Polîtîk

Barzanî: Madeya 140ê cibicî bû

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di preskonferensa digel wezîrê derve yê Birîtaniyayê William Hague de got ku, Madeya 140 a destûra Îraqê cîbicî bû û êdî wê madeyê pêwîstî bi minaqeşeyê nemaye.

Wezîrê derve yê Birîtaniyayê, îro, serdana herêma Kurdistanê kir û digel serokê Kurdistanê û berprisên herêma Kurdistanê civiya û di civînê de kirîza Îraqê û rêyên derbasbûna ji wê kirîz gotûbêj kirin.

Piştî civînê serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Birîtaniyayê di preskonferensekê de naveroka civîna xwe ji mediyayê re eşkere kir.

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li dor madeya 140ê a destûra Îraqê got:

          Me 10 salan hewil  da madeya 140 cîbicî bikin, lê belê cîbicî nebû, niha ji bo me ew medeya destûrî  hatiye cîbicî kirin û êdî em wê madeyê gotûbêj nakin.

Barzanî di bersiva pirsekê de li ser vekişana pêşmerge ji wan deverên niha di bin kontrola wan de ne, got:

          Ji bona dagirtina wê valahiya ji encamê vekişîna hêzên leşkerê Îraqê peyda bibû, hêzên pêşmerge çûn ew deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê kontrol kirin û pêşmerge ji wan deveran paşde venakişe.

Wezîrê derve yê Birîtaniyayê rola pêşmerge di parastian wan deverên leşkerê Îraqê ji bekişiyayî bilind nirxand û li hember alîkarîkirin û hewandina penaberên ji Mûsil û deverên din hatina herêma Kurdistanê, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

William Hague got ku, ev yekem care ew serdana herêma Kurdistanê dike û ew derfteke baş bû têkeliyên Birîtaniyayê  digel herêma Kurdistanê berfirehtir û xurtir bike.

Li dor helwesta Birîtaniyayê li hember kirîza Îraqê, Hague got ku, hikûmeta Birîtaniyayê lê dixebite ku, hikûmeteke bingeh fireh li Bexdayê bê avakirin û hemû pêkhatên îraqî; şîye, sune û kurd bi çalakî beşdariyê tê de bikin.

 

Wezîrê Birîtaniyayê got  jî ku welatê wî leşker nahinêre Îraqê û destêwerdanên leşkerî di Îraqê de nake.

Back to top button