Polîtîk

Barzanî li 7 xalan de bi partiyên Kurdistanê re li hevkir

Roja sêşem 01.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî bi mebesta danustandina bîr û ramanên di derbarê rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê li gel Sekreter û Nûnerên beşek ji Partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê civiya.Li vê kombûnê de metirsî û hereşeyên ser Herêma Kurdistanê û qeyranên siyasî navxweyî û babeta Serokayetiya Herêmê û sedemên derkeftin û kûrtirbûna qeyranê û peydakirina çareseriyek ji bo derketina ji vê qonaxê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser van xalên xwarê kirin:Yekem: Li berçavgirtina wan hereşe û derfetên ku li niha û paşaroja Herêma Kurdistanê da hene pêwîste bi lez çareseriyekî nîştîmanî û guncaw bê peydakirin.Dûyem: Li vê qonaxê da hemû partî û aliyên siyasiyan berpirsiyariyeke dîrokî li ser milên wane û pêwîste bi pişt bestina bingehên sazan û li hevkirinê û li berçavgirtina berjewendiyên bilindên gel û nîştîman û daxwaziyên xelk û dûrketina ji nefesa tehdîdan û hevdû şikandin û têkdana bexteweriya xelkê Kurdistanê, kar ji bo çareserkirina kêşeyan û hevdû nêzîkkirinê bikin û li vir da jî nabê bi tu awayekî hewla perawêzxistin û îhmalkirina pêkhatan û aliyên siyasiyan bê dayîn.Sêyem: Berdewambûna vê qeyranê û çaresernekirina wê û her wiha rikgirtina aliyan li ser helwestên wan li xizmeta berjewendî û sazana nîştîmanî da tûneye û ziyanê li destkeft û paşaroj û hêviyên gelê Kurdistanê dike.Çarem: Hemû partî û aliyên siyasî û hemwelatiyek azade li derbirîna raya xwe ya di derbarê kêşeyên cewheriyên welat û êdî rê nedin bi sedema helwestên siyasî, xelk û pêkhatên resenên civaka Kurdistanê îhmal bikin yan kar ji bo berçavnegirtin û kêmkirina mafên wan bikin.Pêncem: Ji bo wê yekê ku Parlemena Kurdistanê bi başî bikarê rol li çareserkirina pirsên çarenûsazan da hebê û biryarên wan li bin çetir û sêwana Parlemenê bidin pêwîste li xulên pêş de hemû partî kadirên xwe yên bilind û biryar bi destên xwe bişînin Parlemenê.Şeşem: Berdewamiya vê qeyranê û karkirina ji bo dirustbûna valahî û pekxistina sazan û kombûnan û girjî û şerî ragihandinê ziyanê bi pêgeha Herêma Kurdistanê digihîne û berevajiya berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê ye.Heftem: Kombûnê de qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê bilind nirxandin û bi pêwîstî jî zanîn ku hewlên ji bo derbasbûna ji qeyrana aborî û baştirkirina rewşa guzeraniya xelkê û xizmetguzariya hemwelatiyan zêdetir bêne kirin.

Back to top button