Polîtîk

Barzanî: Kurdistan çavkaniya asayîş û geşbûnê ye ji bo hemû navçeyê

Îro çarşem 23.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek ji rojnamevanên Bakûrê Kurdistanê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Mihemed Veysî Ipek Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Bakûr li gotarek da ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina girîngiya serdana Serok Barzanî ya bajarê Amedê wê serdanê bi dîrokî û bandor wesif kir. Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Bakûr li beşekî dinê axaftina xwe de daxwaz kir rola rojnamevanan li pêşxistina pêvajoya aştî li Bakûr de bê zêdetir kirin.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina şandê kir û ji bo wan hêviya serkeftinê xwest. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser rola û bi bandora rojnamevanan ya li jiyana siyasî û civakî kir û ragihand ku li serdema niha de bandora qelem û pênûsê ji tifengê zêdetire û hun dikarin xizmetekî mezin li pêvajoya aştî û kûrtirkirina peywendiya di navbera gelê Kurd û gelên navçeyê de bikin. Di derbarê pêvajoya aştî li Bakûr Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Tirkiye guhertinên mezin bi xwe ve dîtiye, raste pêvajo bi hêdî pêşve diçe lê belê destpêka pêvajoya aştiyê bi xwe destkeftekî mezine. Serok Barzanî eve jî behskir ku bi hemû şiyanek ve palpiştiya pêvajoya aştiyê dike. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku pêwîste li rêya qelem û pênûsê û aştî û demokrasiyê bergiriyê li mafên xwe bikin û got: “Gelê Kurd li dema pêwîst da bi çek bergiriyê li xwe kiriye lê belê niha qonaxa çek temam bûye û qonaxekî din li pêşiya me ye û li rêya aştî li xebatê da berdewam dibîn”. Serok Barzanî eve jî xiste rû ku gelê Kurd ne çavkaniya tehdîdê ye û dest li karubarê tu welatek wernade. Kurdistan çavkaniya asayîş û geşbûnê ye ji bo hemû navçeyê.

Back to top button