Barzanî: Kurdistan bi çanda lêborîniyê hatiye nasîn
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qiyameta Hezretî Mesih (Silavên Xwedê Li ser be (S.X.L.)), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhî yên li li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê dikim.
Herêma Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê bi çanda lêborînî hatiye nasîn, ev çand bûye sedema wê yekê ku Kurdistan bibê nimûneya firehiya olî û çandî û neteweyî û ew çand civakeke tendirustî li Kurdistanê dirust kiriye û kes nikarê derz bixe nav pêkhatan wê ve û herdem jî dakokîkarekî bi hêza parastina vê pêkvejiyanê dibîn.
Li sayeya vê pêkvejiyan û firehiyê ye ku niha li Kurdistanê da hemwelatiyên Mesîhî li gel pêkhatên din bi wekheviyê de dijîn û asayîş û keramet û mafên wan hatiye parastin. Hêvîdarim ev pêkvejiyan û rêz li hevdû girtin li seranserê Iraqê jî da biçespê heta hemwelatiyên Mesîhî êdî neçar nebin war û malên xwe bi cîh bihêlin.
Carekî din pîrozbahiya vê cejnê li we dikim û hêvîdarim herdem li cejn û aramî û şadiyê da bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.04.2014