Civak

Barzanî kurdeyatî PKK û termê 13 şehîda

Ji berî 15 rojan 13 şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijê DAÎŞê de şehîd bûn. Termên wan ji Rojava derbasî Başûr kirin ku derbasî Bakur bibin.

Lê li deriyê Xabûrê hukumeta Tirkiye rê neda ku ev term derbas bibin.

Di cih de medya PKKê da xûyakirin ku PKD nahilê ev term derbas bibin. Lê kesekî ji wan nefikirî ku, eger PDK nahêle derbas bibe, dê  nehişta ji Rojava derbasî Başûr bibin.

Lê desthilata deriyê Brahim xelîl bi fermana serokê Kurdistanê termên wan şehidan bi rêz pêşwazî kirin û cih kirin ku heta Tirkiye rê bide.

Kes û karên Şehîdan derbasî Başûr bûn serokê Kurdistanê pêşwaziya wan kir û da xûyakirin ku ev şehîd li ba me xwedî bihayek bilindin.

Di serî de serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê hewldan ku termên wan derbasî Bakur bibe. Hewlên piralî li gel hukumeta Tirkiye dan. Di encam de hukumeta Tirkiye rê da ev termên van şehîdan derbasî Bakur bibe.

Di daxuyaniyek ya xwe de tenê parlementerê Rihayê Baydemir spasiya serokê Kurdistanê kir. Wek din deng ji berpirsek yê HDP yan jî PKKê derneket. Kêmasî ew kesên ji bo van terman serokê Kurdistanê rexne kirîn bila biçekî li ber xwe biketan û tifa xwe bialîstan. Lê bê feydeye. Ew welê fêr bûne û dê welê jî berdwam bin.

Serokê Kurdistanê li himber kîn û nefreta PKKê dersa mirovatiyê da. Lê mixabin heta ku miletê kurd li Bakur reş û spî ji hev cuda nekê, dê ev kaos di nava kurdên Bakur de berdewam be.

Back to top button