Civak

Barzanî ji Walîtiya Hewlêrê xwest ku tedbîrên pêwîst bistîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ji ber lehiyê divê ji bo ewlehiya canê welatiyan hemû tedbîr bên girtin.

Di daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê de hat gotin ku Serokwezîr Barzanî li gel parêzgarê Hewlêrê Umêd Hoşnav pêwendiyek telefonî pêk aniye û di derbarê amadekarî û tedbîrên di derbarê barîna barana zêde û rabûna lehiyê de agahî wergirtine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hoşnav di derbarê amadekariya hemû aliyên peywendîdar û kontrolkirina rewşê de agahiyên pêwîst dane Serokwezîr Barzanî û weha hat gotin: “Bi saya plan û projeyan metirsiya lehiya zêde kêm bûye”.

Ji bo paraztina canê hemwelatiyan Serok Barzanî amaje bi hemû tedbîran kir, carek din teqez kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû alîkariyên bilez û pêwîst amade ye.

Back to top button