Polîtîk

Barzanî: Ji bo min Pêşmerge û Şehîd hêla sor e

Berî şehîdbûnê, ji nêzîk ve min Şehîd Huzeyfî nasdikir ku çend qehreman û jêhatî bû, hindî bi karê ne bi cihê Endamê Parlemen dilgiran bûm, hindî bi şehîdbûna Huzeyfî nerehet nebûm.

Li ser vê tecawizê bi tu awayekî bê deng nabim û her ji bo vê mebestê jî min daxwaz ji Şêwirmendê Yasayî kiriye li gel Serokayetiya Parlemen hemahengiyê bike û lêkolîna vê babetê bike û li gor rêkarên yasayî rêyek ji bo rêgirtina tecawizên bi vî awayî peyda bike û bi tu awayekî rê bi tu kesekî nayê dayîn ku tecawiz bike ser rûmeta Pêşmerge û Şehîdan. Dûbare dilniyabin ku bi tu awayekî çavpoşiyê li vê karê ne bi cih nakim û ji bo min Pêşmerge û Şehîd hêla sore.

Navê Şehîd û Pêşmerge gelek ji wan kesan pîroztire ku bixwazin henek û pêkenînan bi rûmet û navên wan bikin.

 

Back to top button