Polîtîk

Barzanî fermanê da Pêşmerge ku êrîşî terorîstan bikin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê serbilindê Kurdistanê

Gelê Kurdistanê li ser kultûra olparêzî û fireh olî û pêkvejiyanê maye û sîtemkarî û tehedayê li kes nekiriye û bi dirêjahiya dîrokê tenê bergiriyê li xwe kiriye. Lê belê dijminan waz lê neanîne û her carê û bi awayek xwestine ziyanê bi gelê me bigihînin. Piştî rûdawên Musilê Kurdistan tenê bergiriyê li xwe kir, lê belê terorîst ketin şerfiroştin û êrîşkirina Kurdistanê û rûdawên nexweşên li van çend rojên derbasbûyî pêkhatin. Ji bo wê yekê me biryar da ji rewşa bergiriyê derkevîn û heta dawî ya henaseya xwe şerê terorîstan bikîn. Me ferman bi hêzên Pêşmerge û aliyên peywendîdaran kiriye bi hemû şiyanek ve êrîşî terorîst û dijminên ax û xelkê Kurdistanê bikin.

Rûdawên vê dawî yê ya li devera Zummar û Şengal û ew karesata li ser xuşk û birayên me yên Êzdiyan hatiye diltezîne û gelê Kurdistanê li wê yekê dilniya dikin ku destberdarê bostek ji axa Kurdistanê nabîn û Şengal û xuşk û birayên me yên Êzdî wekî gilêna çavê xwe diparêzîn û çiyayê Şengalê bi xeragirî û serkêşî dimîne. Ew beşa azîz û resenê gelê me her serbilinde û erkê hemû take kesekî meye rûmeta wê biparêzîn.

Teror pirsekî cîhaniye û rûbirûbûna wê hewlekî navdewletî pêwîste. Çendîn sale Kurdistan qurbanê tehdîda teror û terorîstan bûye û cihê daxêye ku em tenê buyîn û kes yarmetiya gelê Kurdistanê nedaye li dijî terorê bergiriyê li xwe bike. Li gel ewe jî li şerê terorê de em pişta xwe bi gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge û dezgehên emniyên Kurdistanê dibestîn û herdem jî pabendî bingehên azadîxwazî û kultûra resena pêkvejiyan û lêborîniya Kurdistanî buyîn û eve xala bi hêz ya serketina meye li ser dijmin û dilreş û terorîstan da.

Li berî sibehiya îro ve qedeyên me yên qehreman êrîşa ser terorîstan destpêkiriye û li pêşrewî dane. Daxwazê ji xelkê Kurdistan û aliyên siyasiyan û medyaya Kurdistanê dikim bi moral û ureya bilind û gelek bi çav vekirî û hest bi berpirsiyarêtî muamele li gel rewşê da bikin û zêdetirê her demekî yekrêziya nîştîmanî û neteweyî biparêzin. Pêşmergeyên qehreman jî li wê yekê dilniya dikim ku gelê Kurdistanê bi hemû şiyanek ve palpiştê hêza Pêşmergene û çavê wan li moral û ureya polayî û canfedayî û qehremaniya we yê serbilinde.

Li dawiyê de spasî xweragiriya hemû xelkê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman û hêzên xwebexş û malbatên serbilindê şehîdan dikim û ji wê yekê bawer bikin ku paşarojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye.

Bijî Kurdistan

Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

Mesûd Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

04.08.2014

Back to top button