Polîtîk

Barzanî fermana lêkolînkirina bûyera Mistefa Selîmî da

Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê Mistefa Selîmî belav kir

Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê Mistefa Selîmî belav kir û eşkere kir ku Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê fermana pêkanîna lîjneyekî ji bo lêkolîna vê babetê derxistiye.

Dr Cotyar Adil Peyvdarê Fermî yê Hikûmeta Kurdistanê li daxuyaniyek da balkişand li ser wê yekê û got: ”Li gelek kanalan behsa ewe tê kirin ku welatiyekî xelkê bajarê Seqiz yê bi navê Mistefa Selîmî ku hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê aniye, li tixûbê Pênciwên, ji aliyê asayîşê ve radestî Îranê hatiye kirin“.

Tekez jî kir ku Hikûmeta Kurdistanê agahdarî vê babetê nîne û eger tiştekî wiha rûdabê, ”wê demê bi bê agahdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin“.

Eve jî eşkere kiriye ku ji bo dûvdaçûna vê babetê, Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê fermana pêkanîna lîjneyekî lêkolînê daye.

Back to top button