Barzanî: Em alîgirê hilbijartinên dadwer in
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Almanyayê Tobias Lindner civiya.
Li gor daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Almanya Lindner di civînê de ragihand ku ewê li ser hevkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rojeva sereke ya civînê girîngiya rêzgirtina li sîstema federaliya Iraqê û paraztina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû û weha hat gotin:
“Serokwezîr got, her çendî zext li Herêma Kurdistanê tê kirin ku dest ji mafên xwe yên destûrî berde jî, bi rêyên cuda yên siyasî, leşkerî, aborî û bi navê qanûnî ew tu carî dest ji mafên gelê Kurdistanê bernadin”.
Di derbarê proseya hilbijartinan de jî, Barzanî got, “Em hertim alîgirê lidarxistina hilbijartinan bûne, lê divê hilbijartinek rewa, demokratîk û destûrî ya di çarçoveya yasaya hilbijartinên dadmend de bê kirin û nûneratiya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê misoger bike”.