Polîtîk

Barzanî: Divê Rojava neyê vala kirin

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê hatina hejmareke zêdeyê welatiyên Kurdê Rojava bo Herêma Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Wekî hemû aliyek agahdarin li çend mehên pêş de û her li pêşiya destpêkirina raperîna Sûriyê ve dehan hezar li xuşk û birayên Kurdên Rojava hatin Herêma Kurdistanê û li kamp û wargehan de nîştecîh bûne. Bi mixabinî ve civaka navdewletî jî wekî pêwîst berê xwe neda wan penaberan ku hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê anîbûn. Li çend rojên derbasbûyî de jî bi sedema wan giriftên li Rojavayê Kurdistanê de hene hejmareke zêdeyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê serî li Herêma Kurdistanê kirine. Li vir de dixwazim spas û destxweşiyê li aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêmê bikim ji bo wergirtina penaberan û yarmetîdana wan û veguhestina wan ya nav Herêma Kurdistanê. Li gel wan hemûyan jî hatina wê hejmara zêdeyê xuşk û birayên me yên Kurdên li Rojava babetekî hestiyare û em naxwazin Rojava bê çol kirin û Kurd têda nemîne. Mayîna Kurd li Rojava pêwîste bo wê yekê dixwazîn mafên neteweyiyan nekevin bin metirsiyan.

Wekî erkekî neteweyî û mirovane divê em hemû aliyek bi wê xemê ve biçîn û daxwaz ji wan kes û aliyên ku şiyana wan heye û her wiha daxwaz li hemû xelkê Kurdistanê dikim ku hevkariya Hikûmeta Herêmê bin li yarmetîdan û nîştecîhkirina wan xuşk û birayên ezîz ku ji ber sîtem û zordariyê hêviya xwe bi Herêma Kurdistanê ve girêdane. Daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistina cîhaniyên mirovdost jî dikim ku li yarmetîdan û bi alîkarîkirina penaberan de hevkarê me bin ji ber ku hewandin û dabînkirina pêdiviya jiyana wê hejmara zêdeyê penaberan barekî girane li ser şanê Herêmê û pêwîste civaka navdewletî jî kar bi erk û pabendbûna xwe ya li ser penaberan bike.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

18.08.2013

Back to top button