Barzanî: Divê cîhan guh bide dengê azadîxwazên Kurdistanê
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi minasibeta 56-saliya şoreşa Îlonê dibêje ku şoreşa Îlonê bawerîbixwebûn û îrade di nava hemû takek kurdistanî de dirust kir. Serok Barzanî dibêje ku îsal di demkê de yada şoreşa Îlonê tê kirin ku bi tenê du heftî mane gelê Kurdistanê biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû çîhanê rabigehîne, mizgîniyê bi şoreşa Îlonê û hemû şoreş û berxwedanên din yên gelê Kurdstanê bide û berhema hemû qurbanîdan û xweragiriyan biçine. Gelê Kurdistanê şoreşa ” Belê ji bo serxwebûnê ” destpêkiriye û di 25ê îlonê de dîrokek nû qeyd dike.Serokê Kurdistanê di peyama xwe de diyar dike ku şoreşa Îlonê û hemû şoreş û nerxwedanên din yên gelê Kurdistanê bi tenê ji bona azadî û serxwebûn bûne.Çênabe xûna bi neheq hatî rijandin ya kurên gelê Kurdistanê bê encam be.Divê cîhan guh bide dengê azadîxwazên Kurdistanê.Divê hawara 182 hezar enfalkiriyên Kurdistanê li navendên biryarên cîhanê bê bihîstin.Divê cîhan guh li nalîna 5 hezar şehîd û bi dehanhezar birîndarên Helebce bigire.Divê cîhan guh li hawara 8 hezar barzaniyên enfalkirî û 12 hezar ciwanên bêşûnwarên kurdên feylî be. Dengê şehîd û malbatên wan dibe “Belê ji bo serxwebûnê” û li 25ê îlonê li deryê wîjdana hemû cîhanê bide.