Barzanî digel serokayetiya parlamentoya Kurdistanê civiya
Îro yekşem 05.04.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Dr Yusif Mihemed Serokê Parlemena Kurdistanê û Cefer Emînkî Cîgirê Serokê Parlemen û Fexredîn Qadir Sekreterê Parlemen civiya.
Li vê kombûnê da rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên Da’îş hate nirxandin û behsa rola bilinda qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li parastina Kurdistan û şikestdana terorîstan kirin. Her wiha di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê û serkeftina hêzên Iraqiyan li Tikrît jî guftûgoyê kirin.
Li beşekî dinê vê kombûnê da pirsa destûr û babeta Serokayetiya Herêmê xistin ber behs û guftûgoyan û ji bilî wê balkişandin li ser wan tehdidên ku li ber Herêma Kurdistanê da heye û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste li hemû rewşek da yekrêziya nav mala Kurdistanê bê parastin. Di civînê de wê yekê jî dûpatkirin ku çareserkirina kêşeyan pêwîste li rêya komdengiya nîştîmanî û ber çav girtina bingehên yasa û berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê be.
Beşdarbûyên kombûnê ragihandin ku li hewla berdewam da bin ji bo gihîştina çareseriyekî nîştîmanî û ji bo vê mebestê li şêwirîn û peywendiyên berdewam da dibin.