Barzanî: Çavê dijminan bi azadî û pêşketina Kurdistanê hilnayê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Li demek de ku gelê Kurdistanê ji bo şahiya hilbijartin û cejna demokrasiyê li amadekariyê daye bi mixabinî û kovaneke mezin êvariya îro dûşem 28.04.2014 destê reşê terorê bajarê xweragir û qehremanperwerê Xaneqîn kir armanc û li encama kirdareke nemirovaneya xwekujiyê li nav rêwresma alîgirên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li bajarê Xaneqînê de hejmarekî zêdeyê xuşk û birayên me yên li vî bajarê ezîz hatin şehîd kirin û hejmareke zêde jî birîndar bûn. Serxweşiyên xwe pêşkêşî kesukarê şehîdên vê karesata diltezîn û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim û hêvîdarim xwedayê mezin cihê van şehîdên serbilind bihûşta fireh bê û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndarên vê rûdawa xemgîn dixwazim.
Dijmin û nehezên gelê Kurd çavê wan bi azadî û pêşketina gelê me hilnayê û dixwazin li rêya teror û teqînan îradeya gelê me têkbişkênin. Îradeya gelê me û xweragiriya bajarê şehîdperwerê Xaneqîn polayîne û dijminên gelê Kurd tu demekî nikarin bigihin meramên xwe yên gemar.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû sazî û rêxistinên peywendîdarên Herêma Kurdistanê amadene bi hemû hêz û şiyanên xwe ve yarmetiya xelkê qehremanê bajarê Xaneqîn û birîndar û kesukarê qurbaniyên vê karesatê bikin. Daxwaz jî ji hêzên Pêşmerge û dam û dezgehên asayîş û polîsan dikim bi çavekî vekirî û wêrekiyeke bilind berdewam bin li parastina gel û nîştîmaniyan û gurza kujindeya terorîstan biweşînin. Terorîst û dijminên gelê Kurd baş bizanin karesat û qurbanîdan, yekrêziya gedeyên gelê me bi hêztir dike û pişt bi xwedayê mezin hêz û îradeya gelê me li ser wan de serdikevin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28.04.2014