Barzanî bo Amerîkayê: Mafê çarenivîs biryara gel e
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, duhî roja pêncşembiyê 10.07.2014ê li havîngeha Pîrmam, pêşwazî li Brent Makgurk alîkarê cîgirê wezîrê karûbarên derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de, rewşa emnî û siyasiya Îraqê hat gotûbêj kirin û divê çarçoveyê de, alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê dilgiraniya xwe li hember rewşa têkçûya Îraqê û bihêzbûna terorîstan nîşan da û hêvî xwest ku, bi alîkarî û hevkariya hemû aliyan bi zûtirîn dem Îraq ji wê kirîza tê deye derbas bibe. Wî, rola herêma Kurdistanê di warê parastina deverê û hewandina wê hijmara mezin a koçberan bilind nirxand û got ku, welatê wî, Amerîka, lêdixebite pirosesa siyasî li Îraqê vegere ser rêya rast û hikûmeteke bingeh berfireh ku, hemû pêkhatên Îraqê tê de beşdar bin, pêk bê, bi awayekî ku, piştguhxistina hin aliyan, binpêkirina destûr û hikûmdariya keykesî li Îraqê bi dawî bê û hemû pêkhateyên Îraqê xwe bi xwediyê hikûmetê bizanin û statuya Kurdistanê jî bihêztir bibe.
Wezîrê Amerîkayê tekîd li ser wê yekê kir ku, hevkarî û alîkarîkirina Îraqê dê girêdayî rastkirina pirosesa siyasî be.
Serokê herêma Kurdistanê, di axaftina xwe de got:
– Me di nava 10 salên borî de gelek hewil da ku, pirosesa siyasî û demokratîk li Îraqê serbikeve, lê belê, mixabin, ji sedema siyaseta şaş, xweferizkirin, binpêkirina destûr û rêkeftinan rewş roj bo rojê xiraptir bû û yaku niha diqewime ji sedma wê siyasta şaş e, lê li şûna îtîrafê bi şaşiyan bikin û li çareseriyan bigerin, mijûlî dirustkirina tometan in.
Serok Barzanî li dor gefên teror û rûbirûbûna terorîstan got ku, herêma Kurdistanê bi xwe qurbana destê teror û terorîstan bûye û piştî bûyerên Mûsilê jî hêzên pêşmerge bergirîyê dike û şehîd û qurbanî dane û Barzanî ew yek jî tekîd kir ku, tu carî terorîst nikarin cîyê xwe li Kurdistanê bikin.
Serokê herêma Kurdistanê got jî ku, Kurdistan hertim parastgeha lêqewmiyan, yên ku, ji ber zolim û zordariya diktatoran hatine herêma Kurdistanê, bûye û li paşerojê jî dê her wisa be û ev yek pirensîpekî xelkê Kurdistanê ye û nayê guhertin.
Barzanî tekîd kir ku, herêma Kurdistanê amadeye alîkariya rastkirina pirosesa siyasî li Îraqê bide, lê di heman demê de herêma Kurdistanê dê li ser çespandina mafê çarenivîs bo gelê Kurdistanê berdewam be û paşde venegar e.