Barzanî bang li ciwanên Kurd kir: Kurdistan xweştir û şîrîntir e
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Silêmaniyê bi hemwelatiyan re civiya, bang li xort û ciwanên Kurd kir û got:
“Divê ew bi xwe biryarê bidin ka ji bo xwendinê biçin derve yan jî ji bo baştirkirina debara jiyana xwe biçin derve. Ev normal e û li seranserê cîhanê diqewime. Lê ji min bawer bikin, tiştê ku hûn lê bigerin ne li wir e. Kurdistan xweştir e, şîrîntir e û dikare xortên xwe zêdetir biparêze”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh bi hemwelatiyên ji navçe û sînorên cuda yên Silêmaniyê re axivî. Di axaftina navborî de serokwezîr bi baldarî guh da daxwaz, hewcedarî, pêşniyaz û têbîniyên xelkê Silêmaniyê û bersivên pêwîst da wan.
Serokwezîr berî ku dest bi axavtinê bike ev gotin bi kar anîn: “Berî niha gelek caran beşdarî civînên bi vî rengî bûm û min yek bi yek bi welatiyan re hevdîtin kir. Werin em peywendiyên di navbera hemwelatiyan û hikûmetê de bihêztir bikin û li ser mijarên ku ji bo welatê me û hemwelatiyên me girîng in bi rastgoyî gotûbêj bikin“.
Barzanî anî zimên ku ew di xizmeta hemwelatiyan de ye ku li ser navê xwe û hikûmeta xwe guh bide dîtinên xelkê xwe, bersiva pirsên wan bide û gotûbêjek pir ji dil, şexsî û dostane bike.
Di derbarê koçberbûna xort û ciwanan û sedemên wê de Barzanî got:
“Berî her tiştî ez difikirim ku sûcdarên yekem qaçaxçî û karsazên siyasî ne ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî jiyana welatiyan vediguherînin kelûpelan. Li sedem çi ye? Ji ber ku li vir bi propagandayên siyasî yên neyînî yên wek “Hûn ji welatê xwe hez nekin, li vir nemînin” rastî êrîşan tên û jiyanek nerast nîşanî wan didin. Di vê rêyê de gelek pere ji wan tê standin, rastî gelek metirsiyan tên, gelek ji wan nikarin xwe bigihînin cihê xwe û di nîvê rê de jiyana xwe ji dest didin û yên ku xwe bigihînin wir poşman dibin an jî rastî jiyanek ku jê poşman bibin tên û dixwazin paşde vegerin“.
Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de dîsa got:
vNiha ev parçeyek e, beşa din jî em dikarin li herêmê çi bikin? Me hemû hewlên xwe dane ku em li ser pirrengiya aborîya Kurdistanê bin da ku tenê li ser enerjî, petrol û gazê nemînin. Me girîngî da çandiniyê, me girîngî da vejandina tûrîzmê, me girîngî da pîşesaziyê, lê ev yek di şevekê de nayê kirin. Xwezî di salên borî de bernameyek asayî hebûya ku me niha berhemên bidîta, lê hîn jî neçûye û neqediyaye. Tiştê ku dikare bê kirin yek gav e. Niha em dibînin ku me deriyên xwe vekirine û cotkarên me ji bo ku berhemên xwe bifiroşin berê xwe didin çandiniyê. Cotkarên me ji bo ku berhemên xwe bifiroşin zêdetir berê xwe dane çandiniyê. Hin ji wan ji bo pîşesaziya xwarinê karsaziyê dikin û pargîdanî jî ava kirine. Ev hemû bi serê xwe îstîhdamê çêdike. Yên din bi hinardekirin û bazirganiyê re mijûl dibin, ev bi serê xwe îstîhdamê çêdike. Ew pisporên din karsazî û kargehan dimeşînin, ew endezyaran digirin, ev hemî li ser afirandina karan e. Kar ne dirûşme, gavên wiha îstihdamê çêdikin“.
Barzanî bang li xort û ciwanên ku terka welatê xwe dikin û koçber dibin kir û got.:
“Hêvîdar im ciwanên me zêdetir li wê yekê bigerin ku dikarin ji bo xwe çi bikin û karekî çawa peyda bikin. Hikûmet dibe ku îmkanan bide wan, lê berî her tiştî divê ew dilxwaz bin ku li welatê xwe bimînin û bixebitin. Ez ji we venaşêrim ku bi deh hezaran karkerên me yên biyanî li Kurdistanê dixebitin. Baş e, eger kar tunebe, wan li ku kar dîtin? Ez ji welatiyên me daxwaz dikim ku bifikirin û bizanin ku ev welat yê wan e. Divê tu karsaz û karsazên siyasî bi qedera ciwanên me nelîzin. Divê ew bi xwe biryarê bide ka ew dixwaze ji bo xwendinê biçe derve yan jî ji bo baştirkirina debara jiyana xwe biçe derve. Ev normal e û li seranserê cîhanê diqewime. Lê ji min bawer bikin, tiştê ku hûn lê bigerin ne li wir e. Kurdistan xweştir e, şîrîntir e û dikare xort û ciwanên xwe zêdetir biparêze“.