Polîtîk

Barzanî: Ala me nîşana yekdengî û yekgirtiya gelê meye

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê di derbarê roja ala Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê belavkir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:Li roja ala Kurdistanê da, hezaran silav li giyanê pakê şehîdên me yên serbilind. Li vê helkeft û boneya pîroz da pêzanînên min ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman heye.Ala me nîşana yekdengî û yekgirtiya gelê meye û ji bo gihîştina serbilindî û rizgariya yekcarekî me hemûyan li yek sengerê de kom dike. Her ji bo vê yekê jî ji bo bilind ragirtina wê alayê zarok û gedeyên me li bereyên şer canê xwe dibexşin û şehîd dibin. Reng û hêma û sembolên ala Kurdistanê pênaseya aştî û azadîxwazî û kolnedana gelê meye, wan bihayên bilind serkirdeyên me yên nemir ji bo me bi cîh hiştin û erkê meye jî biparêzîn û bidîn destên nifşên nû.Bila ala xwe biparêzîn û kar bi peyamên wê bikîn. Roja ala Kurdistanê li gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve pîroz be.

Back to top button