Civak

Baroya Enqerê: Penaberan bi zorê vediguhezin ser sînor

Sendikaya Parêzerên Enqerê an ku Baroya Enqerê daxuyaniyek de daye zanîn ku penaberên ku li Navenda Paşve Vegerandina Enqerê ve nivê şevê bi otobusan suwar dikin û dibin datînin ser tixûbên Yunanîstanê.

Sadik Onur Gelbal Serokê Navenda Mafê Penaberan ya Baroya Enqerê daye zanîn ku penaber bi 6 otobusan nîvê şevê barkirine wan gihandine ser sînor. Her wiha Parêzerên Baroya Enqerê didin zanîn ku gelek penaberan di vî warî de gileyîname pêşkêş kirine.

Ji Baroya Enqerê Ebru Meşe jî dide zanîn ku wê şevê muwekkîlê min telefona min kir û got min zorê dibin ji kerema alîkariya min bike. Meşe dide zanîn ku roja din çûne navendê lê hîç berpirsek nexwestiye li gel biaxive. Em wekî parêzer dikarîn biçîn nava girtîgehan lê me nekarî em biçin nava Navenda Paşve Vegerandina Penaberan. Li gor muwekkilên wan gotine 6-7 otobusan hemûyan birine û nêzîkî 250-300 kes wê şevê barkirine û gihandine ser sînorên Yunanîstanê.

Back to top button