Baroya Diyarbekirê piştgirî da Parlamenterê CHP’ê yê ADiyarbekirê Sezgîn Tanrikulu. Ji bo daxûyaniyeka Tanrikulu di derbarê Hêzên Çekdarên Tiurk de , lêpirsîn di derbarê wî de hatiye vekirin.
Ji ber kampanyaya neyînî ya ku li dijî Sezgîn Tanrikûlû hat destpêkirin li ser hesabê medyaya civakî ya baroyê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yek ji Serokê Baroya me yê berê û Parlementerê Amedê yê CHPê Sezgin Tanrikulu ji ber gotinên bernameyeka televizyonî de bûye armanca êrîşan. Em êrîşên li dijî Sezgîn Tanrikûlû, şermezar dikin. Weke saziyeke ku encamên vê kampanyayên lîncê û yên bi vî rengî bi awayekî herî bi êş jime dîtiye û em jiyayîne. Em bang li rayedaran dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin û bi berpirsyarî tevbigerin.”