Nîqaş bi zêdekirina zimanên Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema E-Reçeteya Wezareta Tenduristiyê dest pê kir, lê Kurdî nehat zêdekirin. Parlamenterên Partäya Çep a Keskan nîqaş anîn Meclîsê, Baroya Amedê ji bo zimanê Kurdî li pergalê bê zêdekirin serî li Wezareta Tenduristiyê da. Rêveberîya Baroya Amedê, ku bi daxwaznameyê serî li Wezareta Tenduristîyê da, daxwaza zêdekirina zimanê Kurdî li sîstemê kir û got: “ Li Tirkîyê astengî û pêkanînên cudaxwaz, bi berfirehî û sîstematîk li dijî bikaranîna zimanê Kurdî didomin. Ev yek di biryara ser pergala E-Reçeteyê carek din eşkere bû”.
Baroyê bi hinceta ku divê dawî li pêkanînên cudaxwaz ên li ser zimanê Kurdî bê anîn, di daxwaznameyê de ev nirxandin kir: “Prensîba wekhevîyê û qedexekirina cudakarîyê hêmanên bingehîn ên hiqûqa navnetewî ne. Bi vî awayî mirov di şert û mercên wekhev de; Di qanûn û pratîkê de muameleya wekhev tê garantî kirin. Di vê çarçoveyê de, em daxwaz dikin ku ji bo bikaranîna zimanê Kurdî di sîstema E-reçeteyê de xebatên pêwîst bên kirin“.
Piştî Baroyê, Parlamenterê Partîya Çep a Keskan Cengîz Çîçek nîqaş anî rojeva Meclîsa Giştî ya Tirkçyê. Çîçek ku ji Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca re pirsname pêşkêşî meclîsê kir, çend pirsên wiha kirin: -Çima di warê tenduristîyê de Kurdî nayê dayîn?-Sedema ku hûn zimanê Kurdî, ku zimanê dayikê yê bi milyonan welatîyan e, naxin nav pergala E-Reçeteyê çi ye?-Pir girîng e ku nexweş bi zimanê xwe yê zikmakî xizmetên tenduristîyê werbigirin ji bo ku pêvajoya dermankirinê bi saxlem bimeşe. Gelo li ser qanûnîkirin û bicihanîna zimanê Kurdî, ku li Tirkîyê duyemîn zimanê herî zêde tê axaftin, wek zimanê xizmetê di saziyên tenduristîyê de xebatên we hene?- Gelo ji alîyê wezareta we ve axavtin û xizmetkirina bi Kurdî cihê nerazîbûnê ye?
Nîqaşên li ser helwesta Wezîrê Tendirustîyê û zimanê Kurdî berdewam in.