Civak

Balyozxaneya Amerîkayê: Em li gel gelê Kurdistanê ne

Konsolosxaneya Amerîka ya li Hewlêrê şehîdên Helebçeyê bi bîr anî û got: ” Ji bo ku carek din karesatên weha yên xeter dubare nebin û piştgiriya aştiyê bikin, emê bi hev re kar bikin”.

Di daxuyaniya Serkonsolosxaneya Amerîka ya li Hewlêrê de hat bibîrxistin ku li Helebçeyê rejîma Saddam Husên bi çekên kîmyewî tenê di 20 deqîqeyan de zêdetirî 5 hezar sivîlên bêguneh qetil kirin û zêdetirî 10 hezar kes jî bi giranî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: ” Ji bo dabînkirina pêşerojek ewle, demokratîk û dewlemend Amerîka bi biryarmendiya xwe li kêleka gelê Herêma Kurdistana Iraqê ye”.

Di daxuyaniyê de her weha hat gotin ku “Ji bo carek din trajediyên bi vî rengî yên xeter neqewimin û aştiyê pêş bixin, emê xebatên hevpar bimeşînin”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button