Pîştî êrîşa li Enqere ku ji aliyê PKKêve hatî kirin 12 demjimêra balefirên Tirkiye yên şer deverên herêma Kurdistana Başûr bombebaran kirin. Wezereta Bergiriya Tirkiye di derbarê vê bombebaranê de daxûyaniyek ragihand.
Daxûyanî bi temamî wehaye:
” Ji bo ku li bakurê Iraqê bi bêbandorkirina PKK/KCK û hêmanên din ên terorîst êrîşên terorê yên li dijî gelê me û hêzên ewlehiyê ji holê rakin û ewlehiya sînorên xwe misoger bikin; Di çarçoveya mafên me yên xweparastinê yên ku ji xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî derdikevin, 1ê Cotmeha 2023an di saet 21.00an da li bakurê Iraqê li herêmên Metîna, Hakurk, Qendîl û Gara yên li bakurê Iraqê li dijî hedefên terorîstan operasyonên esmanî hatin lidarxistin. 20 hedefên ku ji şikeft, kozik, sitargeh û embarên ku BTÖyê bi kar dianîn û terorîstên berpirsyar dihewîne bi tevahî 20 hedef hatin îmhakirin.
Di operasyonên ku hatin kirin de bi bikaranîna herî zêde cebilxaneyên xwemalî û neteweyî gelek terorîst hatin berterefkirin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ku ji dilê miletê me yê qedirbilind e, ji bo jiyan û ewlehiya welat û miletê me wek berê heta ku yek terorîst nemîne bi biryar û biryardarî têkoşîna li dijî terorê bidomîne.
Di vê operasyonê de; Hemû tedbîr hatine girtin da ku ziyan negihe sivîlên bêguneh, pêkhateyên dost, sermayeyên dîrokî û çandî û jîngehê.
Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin. “