Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Yemenê kirin
Îsraîl piştî êrîşa Hûsiyan a li ser Tel Avîvê êrîşî Yemenê kir. Li Bendera Hudeyda ya li peravên Behra Sor teqînên bihêz rûdan.
Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê, balafirên şer ên Îsraîlê li bendera Hudeyda ya Yemenê “armancên leşkerî” yên Hûsiyan xistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî bi sedan êrîşên ku Hûsiyan li dijî Îsraîlê pêk anîne, bertek hatiye nîşandan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di hişyariyên ewlehiyê yên ku dane welatiyên xwe de ti guhertin çênebû.
Kanala televizyona El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku “bajarê Hudeyde bû armanca êrîşan”
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên li ser depoyên petrolê yên li Bendera Hudeydê de kuştî û birîndar hene, lê der barê hejmarê de agahî nehatin bidestxistin.
Di nûçeyê de her wiha hate diyarkirin ku di encama êrîşê de gelek kes şewitîne.
Berdevkê Hûsiyan Mihemed Abdusselam di daxuyaniya xwe de got, “Ev ji bo rawestandina pişgiriya Xezayê ye,lê ev yek xewnek e ku dê pêk neyê. Ev êrîş dê îradeya gelê Yemenê û hêzên çekdar ên wî welatî zêdetir bike.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Îsraîlê êrîşeke hovane bir ser bajarê Hudeydeyê, santrala elektrîkê ya li bajêr, Bendera Hudeydê û tesîsên sivîl ên wekî depoyên sotemeniyê kirin armanc.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê bersiva vê êrîşa eşkere bidin û em ê dudilî nebin ji bo lêdana hedefên girîng ên li Îsraîlê.” “Wek daxuyaniya me ya berê, em tekez dikin ku Tel Aviv ne ewle ye.”
Hat destnîşankirin ku heta êrîşên li ser Xezayê neyên sekinandin, astengî neyên rakirin û hemû sûcên ku li dijî gelê Filistînê tên kirin bi dawî nebin, “Em bi dijmin re xwe ji bo şerekî dirêj amade dikin.”
Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku ji ber erişen İsraile li ser Yemene hewce dike ku tevaya alema İslame ji bo piştgiriya doza Filistine bikeve nav tevgere.