Balafira bombebaranê Tu-22M3 li Rûsyayê ket xwarê
Balafira stratejîk a Tu-22M3 li Rûsyayê ket xwarê.3 pîlotên di balafirê de ji qezayê xilas bûn, ji bo pîlotekî winda xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin. Ukrayna îdîa kir ku balafir ji aliyê hêzên wê yên hewayî ve hatiye xistin.
Di daxuyaniya Wezareta Paraztina Rûsyayê da hat diyarkirin ku balafira bombebarana stratejîk a menzîla dûravêj Tu-22M3 li başûrê welêt li herêma Stavropolê ketiye xwarê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafir li Krasnogvardeyskyê li qadek vala ketiye. 3 pîlotên ku ji balafirê bi kursiyên jejksiyonê derketin ji aliyê ekîban ve hatin dîtin û pîlotek jî winda ye.
Di derbarê mijarê de hat diyarkirin ku ji bo dîtina pîlotê winda operasyon hatiye destpêkirin û 2 pîlot jî rakirine nexweşxaneyê. Wezareta Paraztinê diyar kir ku di balafirê de cebilxane tuneye û ragihand ku qeza ji ber “xerabûna teknîkî” pêk hatiye.
Medya Ukraynayê, ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî yên Ukraynayê, îdia kir ku balafir 300 kîlometre dûrî sînorên Ukraynayê di operasyonek leşkerî de hatiye xistin. Fermandarê Hêza Hewayî yê Ukraynayê Mykola Oleshchuk jî li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyand ku, “Yekîneyên moşekên dijî hewayî cara ewil bi Îstîxbarata Paraztina Ukraynayê re hevkarî kirin û balafira stratejîk a dûravêj Tu-22M3 ya Kh xistine xwarê”.