Bakur û Rojava û vegera ji bo nexşerêya Serok Barzanî

“Ew destkeftîyên ku bi aştiyê bi dest me ve tên, bi şer bidest nayên. Dema ku pêwîst bû em şer bikin, me şer kir. Gerek niha em xebata xwe bo riya aştiyê bikin. Xebat û şerê bi riya aştiyê zehmetir e. Gerek bêhna me fireh be. Em dest ji mafên xwe bernadin, lê niha şêweyê xebatê hatiye guhertin. Niha dema xebata bi riyên aştiyê ye. Li cîhanê jî ev xebat zêdetir tê qebûlkirin. Destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê dikare çêbibe. Wek em dixwazin nabe, lê destpêkirina pêvajoyê û hatina navê aştî û Kurdistanê pir girîng e. Serokwezîrê Tirkiyê bi xwe jî dibêje, êdî ew roj çûye ku înkara navê Kurdan were kirin. Ev bi xwe şoreşeke mezin e. Emê jî piştevaniya welatê Tirkiyê bin eger pêvajoya aştiyê destpê bike û çi ji destê me were emê bikin û em di xizmeta we de ne.” Ev gotina Serok Mesûd Barzanî bû, ku sala 2013an di dema destpêkirina pêvajoya aştiyê de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê û di nava siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê de kiribû.

Serok Barzanî binyadner û piştevanê pêvajoya aştiyê ye

Ev gotinên Serok Barzanî li Amedê ji bo berjewendiya gelê Kurd bûn û ji bo ku êdî dilopek xwîna ciwanên Kurd nerije. Ji bo ku careke din kezeba daykeke Kurd neşewite. Niha ev gotinên Serok Barzanî bûne belgehek û eger ev hizra Serok Barzanî hatiba cîbicîkirin, dê niha Kurdên Bakurê Kurdistanê xwedî gelek destkeftiyan bana.

Derbarê wê hizra Serok Barzanî, Parlemanterê berê yê Partiya Demokratîk Gelan (HDP) Adem Geverî wiha got: “Ew hewldan û pêşniyar û hizra Serok Barzanî helbet rast û dirust bû ji bo berjewendiyên gelê Bakur û ji bo her çar perçeyên Kurdistanê. Cîhana medenî wê yekê dixwaze û em jî gihîştine wê baweriyê ku divê bi riya aştî û siyasî û demokrasî pirsa Kurdî ligel van welatan çareser bibe û em doza netewî jî dirust bikin, ji ber ku ti rêyeke din li pêşiya me tune ye. Li welatekî ku hema piçekî demokrasî lê hebe, pêwîst e em hewl bidin bi rêya aştiyê pirsa Kurd lê çareser bikin. Mixabin di pêvajoya aştiyê de PKK û HDP û dewleta Tirkiyê jî amade nebûn vê pêvajoyê biser bixin.”

Geverî wiha got: “Niha ji ber siyaseta herdû aliyan, PKK û HDP û dewleta Tirkiyê, rewşa bajarên Kurdan pir xerab e. Lewma pêwîst e herdû alî vegerin ser projeya Serok Barzanî ji bo ku dest bi pêvajoyekê ji bo aştiyê bikin. Em rexneyê li PKKê dikin ku gerek nehiştiba bajarên Kurdan wêran bibin.”

Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi kir?

Her ji destpêka şoreşa Sûriyê de, Serok Barzanî ligel wê yekê bû ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin ji bo ku ji xwe re statyoyeke Kurdî bi hevre ava bikin û biparêzin û avedan bikin û dûr bin ji nakokî û hevrikiyên herêmî û navdewletî, ku Kurd li wir karibin bi azadî bijîn. Serok Barzanî bi temamî piştevaniya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê Serok Barzanî serperiştiya rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Duhokê kir, lê PYD ne tenê ew rêkeftin cîbicî nekir, lê belê bi hemû şêweyekî dijayetiya ENKSê kir û ew rêkeftin nehatin cîbicîkirin.

Derbarê wê yekê de Adem Geverî dibêje: “Mixabin nakokî û bêtifaqa Kurdan zêdetir bûye. Eger ew rêkeftin hatibana bicîhanîn, dê Efrîn û Serêkaniyê û Girêsipî jî nehatibana dagîrkirin û dê rewşa Rojvayê Kurdistanê ji aliyê abûrî û siyasî û abûrî baştir bû, lê mixabin guh li Serok Barzanî nekirin û ew rêkeftin cîbicî nekirin.”

Geverî wiha domand: “Rêkeftina herdû aliyan dê di berjewendiya hemû civata Rojavayê Kurdistanê de be û niha xelkê Rojava berdêla wê yekê didin. Amerîka niha hewl dide ku wan nêzîkî hev bike, lê nêzîkî hev nabin. Ev yek jî zêdetir di histê PYDê de ye ji ber ku PYD li wir deselat e û hertiş di destê wê de e.”

kdp.info

Nerîna min :