Civak

Bakirhan:  Ji bo zimanê Kurdî emê hemû derfetên xwe seferber bikin

Bi minasebeta 25ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî gelek sazî û dezgeh li Amedê kom bûn û meşekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.  Bi sedan kesên ku di nav wan de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî hebû, pankarta “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be” bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî vekirin.

Piraniya serok û hevserokên sazî û dezgehên beşdar bûyî girînyiya zimanê Kurdî anîn zimên û gotin ku ewê ji îro û pê de zêdetir li çand û zimanê Kurdî xwedî derkevin.

Yek ji beşdaran û Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut, anî zimên ku zimanê Kurdî nirxê gelê Kurd e û got: “Ziman hebûn û nasnameya netewî ya Kurdan e. Azadiya zimanê Kurdî rizgariya miletê Kurd e. Gelê we dê di her qadên jiyanê de li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe xurtir bike, bi taybetî jî perwerdeya bi zimanê dayikê.Emê di xebatên xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de dest bi zimanê xwe bikin û yekîtî û hevgirtina xwe pêk bînin”.

BAKIRHAN: EMÊ DERFETÊN XWE SEFERBER BIKIN

Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan bal kişand ser zextên li ser siyaset, ziman û çanda Kurdan û got: “Îro em nikarin bi awayekî azad cejna zimanê xwe pîroz bikin. Zimanê me bi vê zextê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê barekî mezin dikeve ser milê me. Divê em zimanê xwe li hember zilma wan biparêzin. Ji niha û pê ve emê li her derê û her demê bi Kurdî biaxivin, binivîsin û bifikirin. Emê zêdetir li ser xebatên ku çand û zimanê Kurdî zindî bihêlin, bisekinin“.

Bakirhan bang li şaredarên DEM partiyê jî kir û got: “Li vir em bang li hevşaredarên xwe jî dikin; Divê ji niha û pê de zêdetir li ser Kurdî bisekinin. Zimanê me hebûna me ye. Emê li kuçe û kolanan hînî zimanê xwe bibin û hînî gelê xwe bikin. Emê ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber bikin“.

Back to top button