Seroka IYI Partiyê Meral Akşener di guruba partiya xwe de axavtinek kir û bahsa hinek mijarên balkêş kirin. Akşener behsa serdana xwe ya Batman û Sêrtê jî kir. Beşek axaftina xwe de Akşener da xûyakirin ku , ew tu ferqê naxin di navbera PKKê û HDPê de.
Herweha beşek din a axvtina xwe de got: Bila desthilat heta ku bikaribe vî miletî ji hev cuda bike,emê ji bo yekitiya vî miletî kar bikin. Em tu cara rê nadin ku di vî welatî de Kurd û Tirk bene himber hev. AK Partî ,şirîkî wê yê kiçik û HDP naxwaze hinek tişt bene zanîn.
Akşener di axftina xwe de bahsa MHPê û Bahçelî kir û got: Me tu cara bê rêzî li himber partiya Bahçelî nekir û em nakin jî.Me heqaret li tu aligirên MHPê nekiriye. Lê tu cara MHPê û Bahçelî rêz li me û partiya me negirt.Ez bangî wan xweşmêrên wan dikim û dibêjim: Bila sala 2011ê li bîra we be.Li vî welatî çi rûda û Bahçelî çi digot. Eger Zilfîkar(Şûrê Hz. Elî) kiribin deste we de werin sere min jêbikin.
Di derbarê HDPê û Abdullah Ocaln de ji Akşener axivî û got: Em HDPê li ba PKKê dibinin.Em dibêjin divê HDP mesafekî bêxe navber xwe û PKKê. Kesên di nava Tifaqa Cumhur de, ji bo êrîşê me bikin ajandaya PKKê têxin rojevê.
Li Sêrtê rojeva Kurda feqîrî,bêkarîye,lê ew rojeva Apo kiset dikin. em çibikin?
Meral Akşer dibêje: Ji xwe me dizaniya hevaltiya Bahçelî û Ocalan ya E-Name heye. Lê me nizaniya wezîrê navxwe jî di nava vê hevaltiyê de ye. Em niha dizanin ku Soylu jî di beşek ji vê sisteme ye.