Polîtîk

Babacan xwedî li zimanê Kurdî derket

Serokê Giştî yê partiya DEVA Alî Babacan bertek nîşanî neyartiya li dijî zimanê Kurdî da û got: Li welêt zimanê duyemîn yê herî zêde tê axavtin Kurdî ye.

Serokê Giştî yê partiya DEVA Alî Babacan, di civîna çapemeniyê de li Meclisê rojev nirxand. Alî Babacan bi bîr xist ku di dema nîqaşên butçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclîsê de ji ber ku hin wekîl bi Kurdî axivîn hin nîqaş hatin kirin. 

Babacan amaje bi wê yekê kir ku zimanê Kurdî duyemîn ziman e ku li Tirkiyê herî zêde tê axavtin lê li meclîsê qedexe li ser tê danîn, di protokolê de wek “X” an jî “zimanê nenas” tê nivîsandin û got: 

“Yên ku Fransî û Îngîlîzî dizanin, nizanin zimanê ku ji alî bi milyonan hemwelatiyên me ve tê axavtin kîjan e. Me li deqeyên herî dawî mêze kir, sê xal danîn binê wê û gotin ‘gotinên ne Tirkî hatin gotin’. Navê lê bikin. Ger Hûn nav lê nekin, hûn nikarin li vî welatî behsa hemwelatîbûna wekhev û qala mafên bingehîn bikin”.

Babacan herweha got: “Armanca me ya demokrasiyê ew e ku her kes ji kê be, ji kîjan taxê û ji kîjan nêrînê be, hemwelatiyê wekhev û birûmet ê vî welatî be”. 

Back to top button