Civak

Babacan ji bo sersaxiyê serdana gundê Gurzo kir

Li navçeya Perwarî ya Sêrtê di encama şerê çekdarî yê ku ji ber hilbijartina şaredariyê di navbera AK Partî û DEVA Partiyê de derket û di encamê de 1 kes mir û 4 kes jî birîndar bûn de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 10an. Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan jî çû navçeyê û sersaxî ji malbata namzetê Partiya DEVAyê Îsmaîl Bîlen ku birayê wî hat qetilkirin xwest û bi rayedaran re hevdîtin kir.

Li gorî encamên ne diyar ên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, namzetê AK Partiyê Teyyar Ozcan li Perwariyê 1970 (ji sedî 52,09) û namzetê Partiya Demokrasî û Terakkî (DEVA Partiyê) Îsmaîl Bîlen jî 1497 (ji sedî 39,58) deng stendiye.

Êvara 2’ê Nîsanê li navenda navçeyê di navbera xizmên Ozcan û Bîlen de nîqaş derketibû û di encam de, birayê Bîlen Abdurrahman Bilen jiyana xwe ji dest da, Rıdvan Narinç û Lokman, Mustafa û Muhammet Surur Özcan birîndar bûn. 6 gumanbarên têkîldarî şer hatin binçavkirin.

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan bi Parlamenterê Enqereyê yê partiya xwe Sadullah Ergîn û Wekîlê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen re çû Perwariyê.

Babacan serdana gundê Gurzo kir û sersaxî ji malbata Bilen re xwest û piştre Qeymeqamtiya Perwariyê ziyaret kir.

Babacan li vê derê bi Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya, Wekîlê Sêrtê yê AK Partiyê Mervan Gul, Qeymeqamê Pewariyê Ahmet Gulderen, Midûrê Emniyeta Sêrtê Necmettîn Ozturk û Fermandarê Cendirmeyên Parêzgeha Sêrtê Tumgeneral Emrullah Buyuk re hevdîtin kir.


Back to top button