Polîtîk

Azadîya Kurdistanê bi xwîna şehîdan tê hûnandin

Li Başûrê Kurdistanê jî li Rojavayê Kurdistanê jî pêşmerge û şervanên qehreman bi berxwedaneke welatperwerane axa welatê me diparêzin.

Axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan tê parastin.

Li Kerkûkê 2 serfermanderên pêşmerge û gelek pêşmergeyên Kurdistanê,di parastina ”dilê Kurdistanê” de şehîd ketin.

Bi parastina dilsozane ya pêşmergeyên qehreman, qatil û terorîstên DAIŞê û ew xêrnexwazên li pişta wan , dê bi rûyên xwe yên qirêj bicehimin û dê ji Kurdistanê bêne paqij kirin.

Li Kerkûkê, li Şingalê, li Kobanê, dilê hemû Kurdistaniyan li gel birayên xwe lê dide.

Em jibo şehadeta pêşmergeyên parastvanên Kerkûkê, ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê, ji Hikûmet û Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Bila serê miletê Kurd, serê gelê Kurdistanê sax be.Bila xweda rehma xwe li wan şa bike.

Bijî berxwedana pêşmerge û şervanên Kurdistanê.

Bijî mafê çarenûsiya milletê Kurd.

Bijî Azadîya Kurdistanê.

01.02.2015

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Back to top button