FlaşRojev

Ayşegul Dogan: Em dê beşdarî merasîma çekdanînê ya PKKyê bibin

 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê ya derbarê rojevê de diyar kir ku ew dê wekî DEM Partî di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê beşdarî merasîma PKKyê bibin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê banga nû ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û bipêşketinên dawî de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got ku ew dê wekî DEM Partî li Silêmaniyê beşdarî merasîma çekdanînê ya PKKyê ya di 11ê Tîrmehê de bibin.

“Em berendamê nivîsandina vê dîrokê ne”

Ayşegul Doganê diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye û got:

“Em berendamê nivîsandina vê dîrokê ne. Di vê pêvajoyê de em ne tenê şahidiyê dikin.

Ev pêvajo berpirsiyariyên gelek giring jî li me bar dike. Ji ber ku em behsa jiyana mirovan dikin.

Vê heftiyê me careke din dît ku mijara em behs dikin gelek biqîmet e.

Di warê pêkhatina rewşa bêpevçûnî û îhtîmala bidawîbûna şer de, em ber bi qonaxeke girîngtir ve diçin.”

“Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî”

Doganê bal kişand ser banga Ocalan a îro ya ji bo çekdanîna PKKyê û ev tişt gotin:

“Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Îro, piştî 26 salan cara yekem me dîmenek ji Birêz Ocalan, ji Îmraliyê dît.

Daxuyanî û peyamên ku tavilê tên jî hene. Cîhan jî bi baldarî dişopîne.

Ango pirsgirêka Kurdan a Tirkiyeyê, pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê bûye.

Em behsa pirsgirêkeke navneteweyî dikin ku him ji ber bandorên xwe yên herêmî, him jî ji ber encam û bandorên ku dê li cîhanê bike, ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e.

Ji ber vê yekê, em dixwazin diyar bikin ku em li ber werçerxaneke gelekî dîrokî ne.”

Ayşegul Doganê anî ziman ku ew di kêliyek dîrokî de ne ku dê sedsala duyem a Tirkiyeyê diyar bike û got:

“Me bi salan got ku adresa çareseriyeke demokratîk, aştî, aştiyeke wekhev, adil, birûmet û mayînde di Îmraliyê re, di Birêz Ocalan re derbas dibe.

Divê îro ev yek careke din hatibe dîtin. Hêviya me ev e.”

“Em dê li Silêmaniyê bin”

Ayşegul Doganê diyar kir ku ew ê di 11ê Tîrmehê de li Silêmaniyê amade bin û merasîma PKKyê bişopînin û wiha pê de çû:

“Em dê di 11ê Tîrmehê de, ji bo şahidiya kêliya dîrokî ya merasîma çekdanîna komek PKKyî ya ku li Silêmaniyê tê lidarxistin bikin, bi Hevserokên me yên Giştî, hevberdevkên pêkhateyên me, komek parlamenterên DEM Partiyê û endamên me yên LBNyê (Lijneya Birêvebir a Navendî) re li wir amade bin.”

Back to top button