Serokê şaxa Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammed Şerîf Aydin diyar kir ku wan ligel 3 parlementerên Amedê yên AK Partiyê ji bo destpêkirina seferên di navbera Amed û Hewlêrê de daxwazî ji Wezîrê Gihandinê kirine.
Aydin li avahiya Ak partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê ya mehane ya asayî li dar xist.
Aydin di derbarê rojeva civînê de pirsên rojnamevanan bersivand, li ser pirsa vegerandina geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Amedê de got, “Berî cejnê em bi wekîlên me re çûn serdana Wezîrê Gihandinê yê nû Abdülkadir (Uraloğlu). Li wir me li ser zêdekirina geştên asmanî yên Hewlêr-Diyarbekir, Diyarbekir-Dalaman û geştên navneteweyî û geştên esmanî yên navneteweyî çend axaftin kirin. Niha lêkolînek heye. Wezareta me ya Gihandinê li Ewropayê li ser rêyên ku ji Diyarbekir-Hewlêr û Diyarbekirê bi awayekî berfireh diçin wan de dixebite. Ez bawerim dê çend heftiyan de ve yek zelal bibe.