Axavtina Nêçîrvan Barzanî li dîdara zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê
Roja çarşemiyê16.03.2016ê li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanêrê û çalakiyên Dîdara Silêmanîyê ya ku ev çar sale ji aliyê zankoya Amerîkayê li bajarê Silêmaniyê tê sazkirin, dest pê kirin.Serokwezîr di peyvekê de amaje bi vê yekê da ku hevdîtina zankoyê di roja 28mîn salvegera karesata kîmiya barana Helebce tê sazkirin û bi vê hilkevtê em serê xwe beramber şehîdên vê karesatê û hemû şehîdên Kurdistan ditewînin.Nêçîrvan Barzanî xuya kir ji bo wefadariya li hember xwîn û xewna şehîdan, pêwîste hemû aliyek bi hev re pirsgirêkên navxweyî bi lez, bi diyalogê û lihevtêgihiştinê çareser bikin, ji ber ku lihevkirin giring daku serkitinê bi ser DAIŞ û terorê de bihê tomar kiriin.Barzanî di axavtina xwe de nakokiyên navxweyî ji sedema hezkirina şikandina hevdu û ferzkirina îrade da zanîn ku ji ber vê yekê gelê Kurdistanê û saziyên herêmê rastî gelek nexweşiyan bûn û di navbera xirap û xiraptir de, eva xirap rûda û rewşa siyasî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji rewşeke siyasiya bê mînak ya aram kete rewşeka nexweş, di demekê de ku Kurdistan di rewşeka gelek xirap a şer de bû û pêwîstî bi wê yekê hebû bi hemû awayekî aramiya navxweyî bihê parastin:- Serokê Herêma Kurdistanê di demê diyar kirî de, ji bo sazkirina hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê hemû gavên pêwîstên yasayî bi cih anîn, Lê Komisiyona Serbixwe ya Hikbijartinan xuya kir ku, ew nikare hilbijartinê bike. Encumena Şûraya Herêma Kurdistanê, ji ber pêwîstiyên yasayî, demê serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê dirêj kir, digel pêşkêşkirina pêşniyazeka vekiriî ji bo destkarîkirina deshilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê. Lê hewla şikandina serokekê ku di bereyên şer de bû, hewla ferizkirina îrade, bikaranîna parlamentoyê ji bo pêtir alozkirina rewşê, li şûna çareserkirinê, û kirina perlemanê bi senterekê handanê di vê rewşa hestiyar de bûye sedema nerahetbûna xelkê beramber karên dezgehên yasayî.Serokwezîran ev yek jî got ku pirsên navxweyî yên siyasî li hemû welatekê rû didin, lê giring eva ye ku daxwaz û îradeya çareserkirinê hebe, lewma niha demê vê yekê ye hemû aliyên Kurdistanê vê daxwazî û îradeyê bi tevahî nîşan bidin û parlamento ektîv bibe û bi awayekê bibe cihê bawerî û aramiyê bo gelê Kurdistanê. Her wiha danûstanên navber PDK û YNK ji bo çarreserkirina pirsgirêkan weke hêviyekê nîşan da û hêvî xwest danûstan û bi hev re runiştina navber hemû aliyan bi armanca çareserkirina pirsgrêkan destpê bike. Li pareka din ya axaftina xwe, Nêçîrvan Barzanî xuya kir ku, îradeyeka siyasî bi piştîvaniyeka mezin ya cemawerî ji bo reformê heye û amaje bi gavên giring û berdewamên hikûmetê di warê reform û şefaf bûnê de kir.Her wiha sipasiya berxwedana gelê Kurdistanê û karmendên hikûmetê kir ku li hember qeyrana darayî berxwe didin ku ev qeyrane bandor bo ser jiyana hemû malekê heye û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Hikûmeta Herêma kurdistanê bi hemû awayekê hewla çareserkirina vê kirîzê dide. Ev yeke jî piştrast kir ku ev qeyrane derbaz dibe û rewşa jiyana xelkê Kurdistanê gele baş dibe û avedanî û pêşketina Kurdistanê gelek baştir destpê dike.Derbarê vê karesata ku terorîstên DAIŞê ji bo Kurdistan û deverê tevî xwe anî, amaje bi komkojiya kurdên Êzîdî û wêrankirina bajarokê Golale û Kobanê û revandina keç û daykan ji kurdên Êzîdî ku heta niha hikûmetê 2445 kes li dayik û xoşk û zarokên wan rizgar kiriye, lê hêşta gelek kesên din bin destê DAIŞê de mane. Her wiha sipasiya welatên hevpeymaniya dijî DAIŞê, bi taybetî Amerîkayê, kir ji bo piştîvaniya hêzên pêşmerge û pêdagirî li nehêlana vê metirsiyê kir ku li ser dest û xwîna pêşmerge û hezên Kurdistanê pişiya DAIŞê hate girtin. Pêşmerge dûr ji nakokiyên siyasî bi awayekê mirovparêzî hemû pêkhatiyên neteweyî û olî parastî ye û bûye cihê baweriya gelên deverê, her ji ber vê yekê ji hemû deverekê penaber û koçber hatine deverên bin deshilata pêşmerge.Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê jî xuya kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şahidiya hemû aliyekê li demê salên borî gelek hewl dan û gelek caran serdana Bexdayê kir û destpêşî û niyeta paqija xwe nîşan da ji bo çareserkirina pirsgirêkan, lê mixabin bê encam bûn û Hikûmeta Îraqê sal bi sal pabendbûnên xwe li hember Herêma Kurdistanê bi cih ne anî. Lewma niha aliyên siyasî û gelê Kurdistanê bi giştî ji Hikûmeta Îraqê bê hêvî bûne. Ev yeke jî got: niha li pêşberî berpirs û serkirdeyên rêzdarên Îraqê, ku li vir amadene, em radigihînin ku em dixwazin digel Bexdayê li hev bikin.