Ax Pişta Min / Mehmet Emin Özbilen
Gotineke menşûre ; “Haşa, bê Xweda dibe, lê bê xwedî nabe.”
Di serdema îroyîn de miheqqeq dîvêt muttefîk û dosteki te yê stratejik hebe. Ji bilî Kurdan pê ve, ti mîllet tine ye ko li ser rûyê gerdûnîyê dostekî wî yê xurt (bihêz) tine be.
Dîsan darb-i mesel e, têt gotin ko rojekê mîrovekî li zikê yê hember xwe lêdanek tun dide. Ew kesê ko ji zikê xwe lêdanê dixwe dibêje; ax pişta min.
Lêdanvan matmayî dimîne û ji yê lêdanxwar re dibe; “Min tiştek ji gotina te fam nekir. Ez li zikê te dixim, tu dibêje ax pişta min.”
Yê lêdanxwarî dibêje; “Ger îro pişta min hebûya, te nikarîbû lêdan li zikê min bida.”
Hîç bê gûman pêşmerge û gerîllayên Kurd, qehreman û lehengin. Ev ji teqdîrê şayan e.
Ger çiqqasî gerilla û pêşmergeyên te leheng û zîrek dibin bila bibin, bi çeka çardexur û bê muttefîk, li hember balefirên dijmin yên şer, weke Mîg29 û F-16’yan nikare bi serkevê.
Ma Kurdistana Başûr jî nizane ko ne ji operasyona Amerîka bûya, îro birêveberîya Kurdistana Başûr mafê qismî federalîyê bi dest nedixistin. Kurdistana Başûr ya Federal bi alîkarîya Amerîka û bi awayekî De- Facto hatîye damezirandin. Bila ev rûpelê dîrokê di hîşmendîya we de be, ji bîr nekin.
*******************************
Hûn dizanin ko îro çima dewletên cîhanê ji ber qetilkirina Kurdan bê sewt û hîs in.
Ji ber ko we, dost li cîhanê ji xwe re nepejirandin.
Me got Amerika dost e,
We got ; Emperyalîst e.
Me got ; Awrûpa dost e,
We got ; Kapîtalîst e.
Me got ; Îsrael dost e,
We got ; Ew jî sîyonîst e.
Îcar muttefîkê we kî ne?
Dagirkerin.
De werin Kurdistanê rizgar bikin.
De werin komkujîya Kurdan asteng bikin.
Di serdema Şêx Mehmûdê Hefîd jî de, dewleta Alî-Osmanî, di bin navên biratîya ola Îslamê de, xwestin ko Şêx Mehmûd li dijî Britanya (Îngîlîzan) serî hilde. Lê têk çû. Berovajî Tirkan bi dewleta Britanya re dostanî û têkilîyên xwe pêş de birin û ew bi xwe bûn dostê Îngîlîzan.
*******************************
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslimê sîxurê dewleta Sûrî bo Kenala (BBC) ya beşê Turkî ragihandiye ko, tu nîyeteke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bo dirustkirina dewleteke Kurdî nîne û em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dixwazin bibin parêzerê Demokrasiyê li Sûrîyê.
Demokrasîya ko anîne Rojavayê Kurdistan`ê, tenê koçberî û komkujîya Kurdan e.
Çeteyên El Qaîdeyê, kamyonetek ku tê de 20 jin û zarokên ji Til Eran a Helebê direviyan, bi çekên doçka parçe parçe kirine. Li ser navê Kurd çi hebe, li vê herêmê rastî êrîşê tê. Ji mizgeftan anons tên kirin. Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin, direvin çolê û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Ji roja destpêka rûdanên li Sûrî heta îroyîn PKK/PYD/BDP’ê digotin pêdivî heye ko destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bête parastin. Esasen di rastîyê de, ti destkeftîyên berbîcav tinebû. Ev xapandinek bû, mixabin Partîyên Rojava yên din jî bi politikaya PYD’ê xapîyan.
Ji roja ewil de îstîxbarata sistema Ba’sê li Rojavayê Kurdistanê serwer bû. Mîrovên ko li dijî rejîmê derdiketin, ji teref PYD’ê ve yan dihate kujtin û yan dihate zîndan kirin.
Qetilkirina Kurdan ji aliyê çeteyên El Nusra ve berdewam e.
Lê PYD digot emê gelê xwe yê Rojava biparêzin.
Parastina gel ev e gelo?
Divêt îro pirsa me ya yekemîn ev be;
Muttefîkê dagirkeran PYD, li kuye?