Civak

Avahiya PDK ya li Kerkûkê radestî Zanîngeha Kerkûkê kirin

Avahiya Ofîsa Rêxistina Kerkûk-Germiyan ku bi fermî radestî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) şaxê Kerkûkê hatibû kirin, ji aliyê wê partiyê ve bi merasîmekê derbasî zanîngeha Kerkûkê bû.

Cîgirê Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah di civîna çapemeniyê de daxuyaniyek da.

Ebdullah diyar kir ku îro bi fermî pêşwaziya avahiya Ofîsa Rêxistina PDK ya Kerkûk-Germiyan kirine û wiha got: “Me bi fermana Serok Barzanî avahî radestî Zanîngeha Kerkûkê kir. Em spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dikin ku rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê vekirina hemû baregehên PDKê li Kerkûkê cîbicî kir”.

Ebdullah diyar kir ku ewê li Kerkûkê baregeha nû û şaxê sêyem yê rêxistina PDK vekin û got: “Çalakiyên PDK jî wek partiyên din ên Kerkûkê wê berdewam bin”.

Ebdullah herweha got: “Hebûna PDK li Kerkûkê wê bihevrejiyana aştiyane ya di navbera civak û neteweyên bajêr de xurttir bike û pêkhateyên bajêr biparêze”.

Di Cotmeha 2017an de piştî ku hêzên Iraqî derbasî nav bajêr bûn û kontrola Pêşmerge ji destê Pêşmerge derxistin, ofîsên PDK li Kerkûkê hatibûn girtin.

Avahiya ku diyarî zanîngeha Kerkûkê hatiye kirin, wek navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş a girêdayî hikûmeta navendî tê bikaranîn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button