Polîtîk

Aşitî çiye bila bizanîn?

Rojnamevan Ahmed Turan gotarek di malpera Aksiyon  a tirkî de li jêr navê (Aşitî çiye bila bizanîn?) nivîsiye û tê de behsa pêvejoya nû li Tirkiyeyê dike:

–    Ew heyeta BDPê yaku nameya Ocelan gihandiye Qendîlê, li Hewlêrê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê desthilata herêma kurda civiya û li ser pêvajoya aşitiyê danûstandinên dirêj kirin. Bi a min vê yekê bala we hemûyan kişand. Ew danûstandin nîşana wê yekê ye ka gelo di vê pirosesê de kî dibe aktor?

Rojnamevan behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê dike û dinivîse ku, Tirkiye û herêma Kurdistanê di warê siyasî, aborî û enerjiyê de têkel dibin û rêkeftina enerjiyê di navbera her du aliyan de hatiye îmza kirin:

–    Li vir pirsa aşitiyê tê pêş û dê bo me zelal bibe ku, ew aşitiya em behis dikin û ew aşitiye çê dibe, ne wek hev in. Ew hêza doh ji PKKê re digot şer bike, wisa diyare îro jê re dibêje şer neke, ji ber vê yekê pirsa aşitiyê hatiye pêş.

Back to top button