
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min
Melayê Cizîrî
Li pêşîya me tenê rêyêk maye; berxwedan
Miralay Xalid Beg
Ciyê ku tarîx tunebe, berxwedan jî qels dimîne. Qeyd yek ji xisusiyetê şaristanî û miletbûnê ye. Jibo nejibîrkirinê, jibo netunebûnê qeyd pêwist e.

Bayram Bozyel
Romana Mazhar Kara a bi navê Asê Xencer Xemiland di 2025an da di nav Weşanên Arya da derket. Asê Xencer Xemiland ji 384 rupelan pêktê û ev romana diduyan a Mazhara Kara ye. Romana ewil Kêra Ko sala 2021an da di nav Weşanên Dengê da derketibû.
Min romana Asê Xencer Xemiland mehekê berê peyda kir û li bendê bûm ku keysa xwendinê bibînim. Du roj berê min wê firsendê dît, romanê girt destê xwe û carek din berneda.
Romana tofan, berxwedan û evînê
Romana Asê Xencer Xemiland li ser bûyerên destpêka sedasala bistan yên li herêm û Kurdistanê hur dibe. Bi taybetî jî siyaseta Contirkan (Îttihatçiyan) a nijadperest, tirkçî û macereperest a li dijê Ermenî û Kurdan radixe li ber çavan. Di vê serdemê da Kurdistan dibe qada şerên giran û pir alî.
Ji aliyekê ve Şerê Cîhanê ya Yekemîn bi hemî tundî û wêrankirî ya xwe ve Kurdistanê dide berxwe, ji li aliyê din İttihaçî bi hîle û fêlbaziyên xwe ve Ermeni û Kurdan dixin zikê hev. Di salên 1914-15an da ewil Qira Ermenîyan tînên, paşê jî vedegirên Kurdan, di salên 1916an da bi milyonan Kurd tehcir û qetil dikin.
Di romana Asê Xencer Xemiland da nivîskar enncamên şer, qetliam, xela û mihacirîya mezin a ku li wê demê li Kurdistanê diqewimin bi zelalî û bi awayekê hunerî tînê ziman. Divê bê gotin ku serdema ku bûye mijara romanê ji aliye dîroka Kurdan ya niviskî da wek demekê bakîr maye û heta anha kêm hatîye zanîn. Ev serdem di diroka Kurdan da ciyekê xwe yê taybet heye. Trajediya wê demê ku hatiye serê miletê Kurd hafizeya Kurdan da bi gotina “dê weledê xwe davêje” ciyê xwe girtîye.
Di romanê da her wisa rola Alayên Kurdan (Hamidiye Alayları), serokîya Miralay Xalid Beg û berxwedana hêzên Kurd li dijê çeteyên Ermen û artêşa Rusan hatiye ber pirsê. Bi rastî ev babet jî heta anha ewqasa berfirehî derneketiye ronahîyê.
Di romanê da mijara herî balkêş evîndarîya Asê û Xelil e ku Roman li ser vê evîna bêhempa hatiye honandin. Evîna Asê û Xelil evînekê pîroz, biesalet, zerif û rêzdar e. Yê ku mirovahiyê pîya digire, hêvîyê zindî dihêlê, rihê berxwedanê zixim dike evin e.
Welatê Serhedê
Di romanê da hemî bûyer bi piranî welatê Serhedê dixewimin. Ev tiştekî ne tesadufî ye. Serhed hem ji alîyê xweza, erdnîgarî û çand û dengbêjî yê ve cografyayekê dewlemend e hem jî her tim bûye warê berxwedan û mêrxasîyê. Meriv wexta Asê Xencer Xemiland dixwîne carek din dibe şahide vê rastîyê. Behra Wanê, Çiyê Sipanê Xelatê, Çemê Muradê, Deşta Muş û Rehwanê her yek ji wan bedewîyên bêhempa yên Welatê Serhedê ne. Li aliyê din eşîrên Kurdan yên herî mezin li vê heremê dijîn. Bi taybetî di destpêka sedsala bistan da eşîrên Kurdan yên li Serhedê di têkoşîna azadîyê da rolekê mezin leyistine. Ji xwe li vê heremê agirê berxwedanê tu car venemirîye.
Yek xusuiyetê Serhedê jî dewlemendîya wê ya ji alî çand û edebîyata devkî ye. Dengbêjên Serhedê bi nav û deng in. Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro, Huseyno çend yek ji wan in. Wek di romanê da jî dixwuyê Kurmancîya Serhedê pir rengîn û pêşketî ye.
Qeyd
Di Romana Mazhar Kara da peyva Qeydê zêde bala meriv dikişine. Nivîskar hemî romana xwe li ser qeyda vegotinên/bîranînên bav û meta xwe honandiye. Li vêr du maneyên peyva qeydê derdikevên meydanê; yek jê maneya rasteqîn, ya diduya maneya metaforik. Ji bo me ya muhim maneya metaforik e.
Problema me ya herî mezin neqeydkirina serpêhatî, qewimandin û dîroka me Kurdan e. Bi hezar bûyer, serpêhatî, mêrxasîyên Kurdan hene ku ji ber neqeydikirina wan jibîr bûne û di tarîtîyê da mane. Ger qeyd tune be tarîx jî tune ye, hişmendiî ya neteweyî jî… Ciyê ku tarîx tunebe, berxwedan jî qels dimîne. Qeyd yek ji xisusiyetê şaristanî û miletbûnê ye. Jibo nejibîrkirinê, jibo netunebûnê qeyd pêwist e. Qeyd hafıza ye, bîr e, berdewamî ye. Nivîskar bi saya qeydê dirokekê bêhempa ji tarîtîyê xilas kirîye derxistîye li ber rojê.
Destana berxwedana jibo hebûnê
Di vê babetê da ez dixwazim du tişt bejim; yek jê li ser romanê bixwe, ya din jî derbarê nivîskar Kara da.
Romana Asê Xencer Xemiland di rastîyê da destana berxedana miletê Kurd a destpêka sedsala bîstan e. Destana man û nemanê, serpêhatîya hebûnê… Di nav Şerê Cihanê da, di bin toz û dumana tofanekê mezin da mayina miletê Kurd yê bê dewlet li ser piyan ne hêsan bû. Di wan herc û mercên xirab yên dema Şerê Cihanê ya Yekemîn da ku Kurdistan qada herî germ a şer û agir bû, berxwedana gelê Kurd jibo hebûnê bi serê xwe mucizeyekê bû. Ji vê alîyê ve Asê Xencer Xemiland ne tênê berhemekê hûnerî ye, di heman demê da eserekê dîrokî û pir hêja ye jî.
Ji aliyê din ez vegotin û tarza nivîsa Mazhar Kara dişibînêm a niviskar Stefan Zweig; zimanekê rewan, herikbar, bihûrgilî honandî û dagirtî bi hestên tîr u gur. Mazhar Kara hostayê gotin û peyvê ye. Mejîyê wî bi peyvan devadev, bi taybetî jî bi xezîneya zimanê Kurdî tije ye. Ew bi wê xezîneya peyvan jîyanê, têkoşînê, evînê tewra tewir ji nû ve diafirîne, diwelidîne. Ji xwe wexta meriv Asê Xencer Xemiland digire destê xwe meriv nizane gelo romanek yan jî pirtukekê helbestê dixwînê.
Gotina dawî, romana Mazhar Kara ji alîyê edebî û hunerî ve jibo xwendevanên wekî min hinekî giran tê. Lê şik tune ku di qada romana Kurdî da ceribandinekê nû, berhemekê giranbuha ye.
Dest xweş be.
07.07.2025