Polîtîk
Asayişa PYDê rê li Rûdawê digre
Asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) car din nehişt tîma Rûdawê kar û çalakiyên kumîteya şopandina rastiya bûyerên Rojavayê Kurdistanê bişopîne.
Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku kumîte niha li bajarê Qamişlo ye û karên xwe ji bo derxistina rastiyan berdewam dike.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku wî dixwest serdana kumîteyê ku li cem Mala Gel ya PYD bû, bike lê asayişa PYD rê li ber wî girt û nehîşt derbasî cem kumîteyê bibe û berûvajî rê da çend televîzyonên din.
Duh jî, asayişa PYD li bajarê Dêrikê rê neda tîma Rûdawê ku biçe karên kumîteya şopandina rastiya bûyerên li Rojavayê Kurdistanê bike.
Ev komîte li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji aliyê komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd ve hatiye avakirin.