Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, beşek ji deqa îtîraf û ew belgeyên wan kesên ji ber tora sîxurî li Behdînanê hatine desteserkirin belav kir ku dadgehê 6 sal cezayê zindanê bi ser wan de sepandibû.
Ligor îtîrafên wê komê, wan dest bi duristkirina komeke biçûk a sîxurî kiriye û zanyarî kom kirine û perwerdeya çekên bêdeng dane û xwestine sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê biguherin.
Herweha wê koma sîxurî wêne û dîmenên karwanên serbazî û emnî yên Herêma Kurdistanê girtine û yekser peywendiyên wan bi PKKê re hebûye.