Global Firepowe,r ku navenda wê li DYE ye, lîsteya artêşên herî hêzdar ên sala 2023 eşkere kir. Di lîsteyê de DYA di rêza yekemîn de cîh girt, Rûsya li pey DYA û Çîn jî di rêza sêyemîn de cîh girt. Tirkîye ku par di lîsteyê de di rêza 13. de bû, îsal bi du gavan bilind bû û xwe di rêza 11. de dît.
Şîrketa Global Firepower a DYA, ku her sal artêşên herî hêzdar ên cîhanê rêz dike, lîsteya sala 2023an eşkere kir. Rêzkirin bi liberçavgirtina gelek faktorên wek liv û tevgera artêşên welatan û mayîna demdirêj li meydanê hat amadekirin.
Tirkîye di lîsteya 145 welatan de di rêza 11. de ye. Tirkîye ku par di lîsteyê de di rêza 13. de cih girt, îsal bi destkeftîyên şer ên nû û zêdekirina îmkanên artêşê, du gavan bilind bû. Bi vî awayî Tirkîyê gelek welatên Ewropayê li pey xwe hiştin.
Di lîsteya artêşên herî hêzdar ên cîhanê de 20 welatên sereke wiha ne:
1-DYA
2-Rûsya
3-Çîn
4-Hindistan
5-Brîtaniya Yekbûyî
6-Koreya Başûr
7-Pakistan
8-Japonya
9-Fransa
10-Îtalya
11-Tirkiye
12-Brezîlya
13- Endonezya
14-Misir
15-Ukrayna
16-Australya
17- Îran
18-Îsraîl
19-Vietnam
20-Poland