Armanca veşartiya li pişt rêkeftina YNK û Goranê eşkere dibe
Endama parlamentoya Îraqê a ser bi Tevgera Goranê, di daxuyanyeke xwe de armanca veşartiya rêkeftina navbera Goran û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê eşkere dike û dibêje ku, armanca sereke ji wê rêkeftinê dûrxistina Mesûd Barzanî ye û rêgirtiner li pêşiya parçebûna Îraqê û avabûna dewleta Kurdistanê li başûr.Şirîn Reza endama parlemantoya Îraqê a ser bi lîsteya Tevgera Goranê di daxuyaniyeke xwe de ji malpera Kerbela News re dibêje: Bingeha rêkeftina me digel YNKê li ser dûrxistina Barzanî ye ji posta seroaktiya herêma Kurdistanê û rêgirtina li pêşiya parçebûna Îraqê û herwesa rêgirtina li xebatên avakirina dewleta Kurdistanê li herêma Kurdistanê.Ew parlamentoya Goranê dibêje ku rêkeftina navbera Goran û YNKê ki gelek bendan pêkhatiye; ji 25 madeyan pêkhatiye, lê bingehê rêkeftinê rêgirtina ji çêbûna dewleta kurdî û parçebûna Îraqê.Weke tê zanîn di 17ê gulana îsal de di navbera YNK û Tevgera Goranê de rêkeftinek hat îmza kirin û li gor wê rêkeftinê her du alî dê yek gotin û helwest hebe li ser pirsên herêma Kurdistan û Îraqê. Li gor wê rêkeftinê şandeyeke balaya her du aliyan li Bexdayê ye ku piştgiriya xwe ji bo parastina yekparçeyîya Îraqê diyar bikin.