PolîtîkRojev

Armanca êrişa li ser Hewlêrê ..!

Partiya Demokrata Kurdistanê êrişa bi dorn a bo ser gundekî Hewlêrê wek êrişa terorîstî bi nav kir û ragihand, armanca êrişa ser Hewlêrê têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye.

Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK), 27ê Hezîranê derbarê êrîşa bi dron a li sînorê parêzgeha Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, roja 26ê Hezîranê ber bi sibehê ve bi rêya 3 dronan êrîş li ser bajarê Hewlêr a paytext pêkhat, ku bû sedema ziyan gihandina bi mal û mulkê hemwelatiyên gundê Pirax ê nêzîkî nahyeya Mela Omer.

PDK vê êrişê weke êrişeke terorîstî bi nav dike û bi tundî şermezar dike û radigihîne: “Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê wî karê terorîstî yê wan grubên têkder û ji yasayan derketî bi tundî şermezar dikin û li gor me pêwîste ji bo niha û şûnde hemû alî û li gel aliyên pêwendîdar û hikûmeta federal bi awayekî cîdî kar bikin ji bo lidûvçûn û lêpirsîn û rêgirtin ji wan kar û êrîşên terorîstî, ku armanca wan binpêkirininan, têkdana seqamgirî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye.”

Polîtboruya PDKê di beşeke din a daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Iraqê dike, ku rêgirî li wan êrişên li dijî Herêma Kurdistanê bike û dibêje: “Mixabin ew kar û kiryarên neyasayî û têkderiyê gelek care ku dubare dibin. Berpirsyartî di stûyê hikûmeta federal de ye ku rêgiriyê li wan grub û hêzane bike, ku armanca wan têkdana seqamgiriya bi taybet Kurdistan û bi giştî jî Iraq e.”

Duh Şemiyê 26ê Hezîranê bi çend dronan êrişî gundê Birax a li nêzîk Komelgeha Mela Omer a Hewlêrê hatibû kirin, lê tenê zirarên maddî gihîştibûn mala welatiyekî û ti zirarên canî çê nebûbûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişê li ser twittera xwe ragihand, şermezarkirina êrişa li ser Hewlêrê têrê nake û divê “bersiva vî karê têkderane bê dayîn.”

Mesrûr Barzanî gotibû, “Ez spasiya hemû wan aliyan dikim ku ev êrişa tirsonek a li ser Hewlêrê şermezar kirin, lê şermezarkirin têrê nake û pêwîst e bersiva vî karê têkderane bê dayîn.” Serokwezîrê Barzanî tekez jî kiribû ku “Berdewambûna van êrişên terorîstî ku ji aliyê gûrpên deryasayî ve tên encamdan, şiko û şiyana hikûmeta federalî ya Iraqê dixe jêr pirsê û seqamgiriya Iraqê jî têk dide.”

Dezgeha Dije Terora Kurdistanê derbarê wê êrişê de ragihandibû, “3 dron bi ber xaniyê hemwelatiyekî ketine li nêzikî gundê Birax li Hewlêrê û dronek jî li çiyayê Tarîn ket xwarê.”

Dije Terora Kurdistanê ragihand ku bi zimanê Erebî dirûşma, `Silav li te be, ey bedewiya Iraqê, bi navê Xwedê, Qasim Al-Jabbarin, ey xwedanê demê, ey Zahra` hatibû nivîsîn û du ji wan dronan teqiyane û yek jî neteqiyaye û “jibilî ziyana maddî, ti ziyaneke canî çê nebûye.”

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, wê êrişê şermezar dike ku roja Şemiyê bi rêya firokeyên bêfirokevan, li Herêma Kurdistanê hatiye encamdan. Ev êriş nîşaneke zelal a binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e, lê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê têkildarî êrişê hêj ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Back to top button