Polîtîk

Aqilê hevpar û pîvanên sereke yên têkoşîna hevpar

 

Ji bo ku di pêvajoya nû ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de esasê xebateke hevpar ê kurdan bê avakirin û riya diyalogê bê vekirin, partiyên kurdan BDP, HAKPAR, KADEP û OSP civîneke hevpar çêdikin. Şaredar Osman Baydemîr, serkêşiya vê civînê dike. 

Civîna partiyên kurd li ser banga şaredarê bajarê mezin Diyarbekirê Osman Baydemîr, Azîz Mahmut Ak, Fethî Gumuş, Cabar Leygara, Hasan Dagtekîn, Nadîr Yektaş û Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu pêk tê. 

Civîn dê di 9ê adarê roja înê li Hotêla Dedemanê de çêbibe. Di civînê de dê mijarên li jêr bên nîqaşkirin:

Li Rojhilata Navîn rîsk û avantajên kurdan.

Aqilê hevpar, wijdana hevpar û pîvanên sereke yên têkoşîna hevpar.

Destûra bingehîn a nû.

Kurd û konferansa neteweyî.

Di van sernavan de dê Sertaç Bucak, Sedat Yurttaş, Cebar Laygera û Selahattîn Çoban moderatorî bikin. 

Ger beşdar pêwîst bibînin, dê di 10ê adarê de, saet di 11.00 de li Cemiyeta Rojnamevanan daxuyaniyeke hevpar bidin rojnamegeriyê. 

Cîgirê serokê giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî, derbarê civînê de ji AKnewsê re got ku, ew ji bo xitimandinên di navbera MÎT û PKKê ji holê rakin û ji diyalogê re riyekê bibînin vê civînê çêdikin. Baksî, destnîşan kir ku hewcedariya kurdan ji bo çareseriyê bi aqilekî hevpar heye û ew dixwazin di vê civînê de xalên hevpar ên çareseriyê derkevin holê

 

Back to top button