Amerîkî rola Pêşmerge bilind dinirxînin
Êvariya roja sêşem 08.12.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek ji fermande û berpirs û şêwirmendên bilindên artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka pîrozbahiyên serkeftinê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û operasyona azadkirina Şingalê bi serkeftinekî mezin û bi bandor li şerê dijî terorîstan de wesif kir. Her wiha behsa azayetî û lêhatiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku gelek bi başî karîne sûd ji hemahengî û palpiştiya asmanî ya Hêzên Hevpeymanan werbigrin û ragihand ku artêşa Amerîka li palpiştîkirina Pêşmerge û givaşanîna terorîstên Da’îş û lêdan û têkşikandina wan de berdewam dibê.Li beranber da Serok Barzanî spasî hevkarî û palpiştiya artêşa Amerîka kir ku bûye sedema wê yekê ku wan serkeftinan pêkbînin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi plana baş û azayetî û hemahengiya bê wêne li gel hêzên hevpeymanan karî serkeftina mezin li bereyên rûbirûbûna terorîstan tomar bike.Her li vê kombûnê da behsa rewşa meydanî ya bereyên şer li Enbar, Selahedîn, Nînowa û hemahengî û hevkariya zêdetirê Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqê ya ji navbirin û şikestdana terorîstên Da’îş kirin û pêdiviyên serbaziyên Hêzên Pêşmerge jî hate nirxandin. Li beşekî dinê civînê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên navçeyê û gengeşeya di navbera hêzên herêmî û navdewletî yên li asta navçeyî û navdewletî de danustandina bîr û ramanan kirin.Li vê kombûnê da Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmet û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Şêx Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.