Cîhan

Amerîkayê Tevgera Berxwedana Skandînavyayê xist lîsteya terorê

Amerîkayê Tevgera Berxwedana Skandînavyayê (NRM) wek rêxistineke terorîst webûl kir û ew xist lîsteya terorê.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê de hat ragihandin ku Amerîkayê rêxistina NRM ya Neo-Nazi di lîsteya “Terorîstên Cîhanê yên Taybet” de bi cîh kiriye.

Her weha hat diyarkirin ku hemwelatiyên Swêdî Tor Fredrik Vejdeland, Pär Öberg û Leif Robert Eklund jî, ku di nav berpirsên payebilind ên rêxistinê de ne, li lîsteya terorîstan hatine zêdekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku NRM ‘ji bo ewlekariya netewî û polîtîkaya derve û aboriya DYA tehdîd û xeter e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Matthew Miller, diyar kir ku NRM “li dijî koçberan û antîsemîtîzmê” çalakiyên nîjadperestî organîze kiriye û got ku rêxistinê siyasetmedar, rojnamevan û xwepêşander kirine hedef.

Wekî din, Miller diyar kir ku rêxistin perwerdehiya amadekirina teqemeniyan, êrîşa bombeyî û teknîkên şerê ji nêz ve dide.

Hat ragihandin ku li DYA hemû mal û milkên NRM hatine cemidandin û ji endamên wê re jî qedexeya bazirganiya fînansî ya danûstendina bi Amerîkayê re qedexe bûye.

Back to top button