Amerikayê Êrîşê Idlibê kir
Amerika bi balefiran êrîşê devera Idlibê kir. Tê zanîn ku eve demeke hêzên rejima Suriye êrîşê Idlibê dikin û hewldidin kelha dawî ya di destê opozisyona Suriye de jê têkbidin. Tirkiye ji êrîşên Suriye acize û ji bo vê yekê li gel Rusya hevdîtin kirin. Rusya jî behsa agirbestekî li Idlibê dike. Lê di rastiyê de şerê li ser Idlibê berdewam û ev yek pêwendiyên di navbera hinek welat û hêzan de jî gelekî girîng e.
Amerikayê berê vê sibehê êrîşek bir ser devera Idlibê. Rusya daxûyakirin ku, Amerikayê tu agahdarî nedane wan û Tirkiye. Ev helwesta Amerika aşitiya hatî kirin têk dide.
Amerika dibeje ku, wan êrîşê hinek bingehênên El Qaide kirine û serokên vê tevgerê kirine armanc , ji ber ku ev serok li himber hinek hemwelatiyên Amerikayê cihê metirsîyê ne.
Li gora hinek çavkaniyên navdewletî di êrîşa Amerikayê de hinek fermandarên girîng yên El Nusra hatine kuştin.