Amerîkayê biryar veto kir
Pêşnûmeya ku tê de alîkarîyên mirovî ji bo Xezzeyê tê xwestin, paraztina sivîlan û serbestberdana rehîneyên Îsraîlê ji alîyê 12 welatan ve di Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin, lê piştî ku Amerîkayê bi tena serê xwe li dijî vê yekê deng da, hat vetokirin.
Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield li dijî pêşnûmeyê deng da. Pêşnûme ji alîyê 12 welatan ve hat qebûlkirin, Brîtanya û Rûsya jî bêalî man.
Pêşnûmeya ku Brezîlyayê pêşkêşî Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî(KENY) kiribû, ji ber ku tê de êrîşên Îsraîlê dihat şermezarkirin û behsa xweparaztina Îsraîlê nedihat kirin, ji alî Amerîkayê ve nehat qebûlkirin.
Pêşnûmeya ku ji bo alîkarîya bi milyonan sivîlên Filistînî yên ku li Xezzeyê di bin ablûqeyê de dijîn banga rawestandina şer dike, ji alîyê 12 welatên endam ve hat qebûlkirin, Îngilîstan û Rûsyayê ji dengdanê dûrketin. Pêşnûmeya biryarê bi ser neket.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku yek ji endamên daîmî yên KENYê ye û tenê xwedîyê mafê vetoyê ye, li dijî wê deng da.