Amerika û Tirkiye li hevkirin
Li Waşingtonê wezîrê derve yê Amerika Mike Pompeo û wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu hevdîtinek pêkanîn. Di hevdîtinê de li ser du babetên bingehî hate sekinandin. Behsa pirsgirêka Minbicê û herweha behsa pêwendiyên navbera hardu welatan hate kirin.Di derbarê pirsgirîka Minbicê de herdu welatan li ser nexşerêyek li hevkirine û dê ev nêxşerê di çend mehan de werê cihbicigkirin.Piştî civînê herdu welatan daxûyaniyek hevbeş ragihandin û di daxûyaniyê de dibêjin , herdu welatan ji bo istikrara Minbicê li hevkirine û dê bi hevre ji bo vê yekê kar bikin. Herweha tê gotin ku Amerika û Tirkiye dê nexşerêya ji bo Minbicê hatî amade kirin ve girêdayî bimînin.Di daxûyaniya hevbeş de dibêje: Her du wezîran tekezî kirine, ku Enqere û Waşington pabend dibin bi çareserkirina nîgeraniyên hevbeş û herwiha şerê li dijî terorê bi hemû formên wê ve.Wezaretên derve yên Amerîka û Tirkiyê herwiha destnîşan kirine, di civînê de Çavuşoglu û Pompeo derbarê pirsên hevbeş û pirsên navçeyê de nêrînên xwe bi hev guhertine û pêşniyarên hev li ber çav girtine.