Polîtîk

Amerika sizayê da kûjerên Qasimlo

Helmeta dorpêça Amerîka ya li ser Îranê berdewame û hengava dawî ya Washingtonê de siza li ser 12 kesayetiyên Îranê da hatiye sepandin ku yek ji wan jî bi encamdana çendîn teqîn û kuştinan tometbare û li nav wan çalakiyan de terorkirina Abdulrehman Qasimlo jî heye.

Li lîsta sizayên Amerîka da Wezîrê Navxweya Îranê û Wezîrê berê yê Îtlaatê jî hene.

Amerîka Rehmanî Fezlî Wezîrê Navxweya Îranê bi kuştina xelkên xwepêşandanên dawî yên Îranê tometbar dike. Elî Felahyan jî ku 1989 heta 1997 Wezîrê Îtlaata Îranê bû bi çendîn kirdarên terorkirinê û encamdana teqînan li seranserê cîhanê tometbar dike ku yek ji wan çalakiyan de jî terorkirina Abdulrehman Qasimlo Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê jî hebû.

Back to top button