PolîtîkRojev

Amerîka serbazên xwe ji Iraqê vedikişîne

Gera Sêyem a Diyaloga Stratejîk di navbera Iraq û Amerîkayê de birêve çû û Wezîrê Dervê yê Amerîkayê Antony Blinken hevtayê wî yê Iraqî Fuad Husên û hejmareke dîplomatên ji herdu aliyan di hevdîtinan amade bûn.

Di daxuyaniyeke hevbeş de piştî piştî civînê, tekezî li ser rêzgirtina li mafê serwerî, yekgirtina axê û otorîteya hiqûqê ya Iraqê hat kirin.

Şanda Amerîka herweha tekez kiriye ku kompaniyên Amerîka dikarin firehkirina çavkaniyên abûrî ya Iraqê de alîkar bin, kerta giştî baştir bikin, herweha çavkaniyên enerciyê ber bi pêşve bibin.

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin ku leşkerên Amerîkî bi mebesta şerê dijî DAIŞê bo alîkariya hêzên emnî yên Iraqê i wî welatî hebûne û hatiye gotin, “Amerîka û hêzên hevpeyman, fokusa wan zêdetir dê li ser karên perwerde û rahênanê be, bi vî awayî rê li ber wê vedibe ku hêzên şerker ên li welat bo deverên din bên şandin.”

Her di wê daxuyaniyê, hatiye diyarkirin ku vekişîna nexşerêya serbazên Amerîkî di civînên bê de dê eşkere bibe û ew serbazên ku dê bimînin jî tenê dê ji bo rahêna û şêwirmendiyê bin.

Mijara koçberbûna xelkê ji ber êriş û şerê  DAIŞê jî di rojeva gera sêyem de bû û hatiye tekezkirin ku Amerîka dê berdewam be li ser alîkariyên bo Iraqê ku koçber û penaber vegerin ser cih û warên xwe û herwiha tekezî li ser hevkariya di warê rûbirûbûna terorê de jî hatiye kirin.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, eşkere kiribû ku ew dê hejmara serbazên Amerîkî yên li Iraqê kêm bikin bo 2 hezar û 500 serbazan. Lê Joe Biden ew proseya vekişandina serbazên Amerîkî ji welatên din rawestandibû.

Li aliyê din Raweêjkarê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di kongreyeke rojnamevanî de piştî bidawîhatina gera sêyem a diyaloga stratejîk, got ku herdu alî gihiştin rêkeftinê ku tenê hêzên Iraqî di şerê rûbirûbûna DAIŞê de rol bigirin û got, “Aliyê Amerîkayê soz da ku hejmareke zêde ya serbazên xwe ji welat vekişîne.”

Qasim Erecî tekezî li ser wê jî kir ku ew dê erkê ewlekariya nûnertiyên welatan û dîplomatan pêk bînin û got, “Ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê namîne.”

Ev di demekê de ye ku milîsên ser bi Îranê ve zext û guvaşa xwe zêde kirine ku hêzên Amerîkî ji Iraqê derekvin û binkeyên serbazî yên Amerîkayê bên girtin.

Gera Yekem a Diyaloga Stratejîk roja 11ê Hezîrana 2020, gera duyem 9ê Tebaxa 2020 û sêyem jî duh, 07/04/2021 pêk hat.

(Rûdaw)

Back to top button